Şewata ku 2’ê Tîrmehê li taxa Ildir a Çeşmeyê li qada zîreetê destpê kir û bi bandora bê li qada daristanî belav bû, di roja duyemîn de ye.
Serê sibehê ji hewa û bejahî ve hewldanên ji bo vemirandina şewatê destpê kirin. Taxên Ildir, Germiyan û taxa Nohutalan a Ûrlayê ji ber xeteriyê hatin valakirin.
Bi hinceta ewlekariyê rêya bejahî ya Îzmîr-Çeteyê hate girtin, şewat gihîşt cihekî nêzî rê.
Li Odemîşê şewata ku êvara Çarşemê li qada Manastir a taxa Tosûnlarê li qada daristanî destpê kir, di demeke kurt de gihîşt taxa Sûçikti. Ji ber şewat belav bû taxên Tosûnlar û Sûçikti ji bo tedbîrê hatin valakirin.
Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban li ser şewatê daxuyanî da û anî ziman ku şewat ji ber xeta eletkrîkê derketiye.