Medyaya Çînê ya ni navê CCTV’ê ragihand ku bûyer ji ber barana zêde pêk hatiye û karesateke jeolojîk a xwezayî ye.
Li gorî ajansa China Newê piştî saet 02.00’an nêzîkî 18 metreyên otobanê hilweşiyaye û di encamê de 20 wesayît asê mane û 54 kes jî birîndar bûne.
Heman ajansê piştre ragihand ku 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî rakirine nexweşxaneyê.
Di dîmenên ku li ser medyaya dijîtal û medyaya herêmî hatine weşandin de tê dîtin ku ji çala ku wesayît ketinê agir û dûman bilind dibe.
Li gorî medyaya dewletê rayedaran ji bo xebatên rizgarkirinê nêzîkî 500 kes şandine.
Li bajarê Gûangdongê di hefteyên dawî de gelek bûyerên hewayî yên dijwar yên weke lehî û bablîsokan pêk tên.