Li Colemêrgê polîsên Tirk bi hinceta ku rê nedane wan kesên di wesayîtê de û ajokarê wê bi lêdanê binçav kirin.
Hat diyarkirin ku texsiya ku Fatîh Agacanoglû diajot û li Noqteya Kontrolê ya Polîsan a Depînê hat rawestandin û rêwiyên wê Azat Kaya, Şevket Kaya û Hamdullah Kaya rastî heqaret û tundiya polîsan hatin. Piştî ku polîsan texsiyê rawestand, bi gotina, “Hûn nabînin ku em polîs in? We çima rê neda me hûn xwe çi dihesibînin?” êşkence li ajokar û rêwiyan kirin.
ÊŞKENCE Û LÊGERÎNA TAZÎ LI SER WAN FERZ KIRIN
Hate hînbûn ku polîsên Tirk ciwanên binçav kirin birine qada girtî ya bi tîpa depoyê ya li nuqteya polîsan û bi deqeyan êşkence li wan kirine. Hate zanîn ku ciwanên ku piştre hatin berdan çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û rapora êşkence li wan hatye kirin wergirtin. Di wêneyan de şopa êşkenceyê li ser ciwanan xuya bû, hat diyarkirin ku pozê ciwanê bi navê Azad Kaya yê ku nexweşiya dil pê re hebû ji du cihan şikestiye. Her wiha hat diyarkirin ku ciwan ji aliyê nêzî 15 polîsan ve rastî êşkenceyê hatine û lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.
Hat diyarkirin ku polêsan darbe nîşan dan û lenet li ciwanên ku bi zorê lêgerîna tazî lê hat kirin kirin.
Malbatên ciwananbertek nîşanî rewşê dan û xwestin hemû polîsên berpirsyar ji wezîfeyê bên girtin.
Hate hînbûn ku ciwan hatin binçavkirin û ji bo îfadeyê bidin birin Midûriyeta Emniyetê ya Cendirmeyan a Colemêrgê. Her wiha hat ragihandin ku polîsan ciwanên ku ji bo raporê bigirin çûne nexweşxaneyê şopandin û li nexweşxaneyê heqaret li malbat û ciwanan kirine.