Bajarê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke welê bû ku ji sala 2014’an heta 2019’an demeke dirêj di bin serwerî û dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de bû. Di Adara 2019’an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, lê belê tê zanîn ku gelek şaneyên DAÎŞ’ê li vê herêmê bi cih bûne. Her wiha tê zanîn, ev şaneyên DAÎŞ’ê piştgiriyê ji herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne werdigirin. Ji ber vê jî çi hêzên hikumeta Şamê çi jî komên cuda, dewlet û şaneyên DAÎŞ’ê timî êrîşî herêmê dikin.
Li gel hewldanên ji bo têkbirina aramiya herêmê jî Rêveberiya Xweser û xelkê herêmê di çarçoveya sîstema rêveberiya demokratîk de sîstema xwe ava dikin. Ji sîstema parastinê heta bi yekîneyên ewlekariya kar, ji saziyên jinan heta bi şaredariyan, ji komunan heta bi meclîs û rêxistinên civakî yên sivîl gelek sazî hatin avakirin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên demokratîk ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve li Dêrazorê hatin avakirin ji wan saziyan e.
Endama TEV-DEM’ê Seca El Huweydî anî ziman ku rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêma Dêrazorê ji sala 2021’ê û pê ve ava bûn û li ser pêvajoya avabûna rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmê got, “TEV-DEM’ê pêşengî ji vê pêvajoyê re kir. Bêguman di asta avabûnê de hin zor û zehmetî hatin kişandin, ji ber ku mejiyê bi serkêşiya DAÎŞ’ê dibû sedem ku civak destpêkê van saziyan qebûl neke. Mînak, pirsa ku destpêkê dipirsîn bi vî rengî bû: ‘Ev sazî çima hene, wê xizmetê ji kê re bikin?’ Lê belê zehmetiya herî mezin jî şaneyên DAÎŞ’ê bû ku li herêmê hatibûn birêxistinkirin. Li gel hemû astengiyan jî me dest bi avakirina saziyên xwe kir.
Me destpêkê bi sendîkayên pîşeyî destpê kir: Me yekîtiya doktoran, ajokaran, cotkaran, parêzeran ava kir. Her wiha yekîtiya veterîneran û masîran jî ava kir. Odeyên pîşeyî hatin avakirin û nûnerên her yekîtiyê di nava van odeyan cih girtin. Armanc ji van saziyan ew bû ku çareseriyê ji pirsgirêkên her koma pîşeyî re bigere, kar bike û pîşeyê xwe jî di çarçoveyeke hiqûqî de bimeşîne. Sazî hemû jî di bin sîwana TEV-DEM’ê de li hev kom dibin û di çarçoveya qanûnên Rêveberiya Xweser de kar dikin.
Sala 2023’an di Konferansa TEV-DEM’ê de hevserokên rêxistinên civakî yên sivîl hatin hilbijartin û birêxistinkirina van saziyan bi dawî bû. Bi vî rengî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev rêxistinî hemû hatin ragihandin. Sazî hemû di bin sîwana Konfederalîzma Civaka Demokratîk de dicivin. Konfederalîzma Civaka Demokratîk ku sala 2023’an ava bû, ji xwe re dikir armanc ku qad û asta xwe ya kar bilind bike. Her wiha gelek saziyên civakî yên sivîl hebûn ku bi rengekî serbixwe kar dikirin. Girîng bû ku ev sazî jî di bin sîwaneke hîn rêxistinî de bêne komkirin. Ev saziyên civaka sivîl wê li qada siyasî bibin xwedî rol, di pêşketina herêmê de bibin xwedî gotin û bi partiyên siyasî re di nava têkiliyê de bin.”
Seca El Huweydî di dewama axaftina xwe de got, “Ya rast armanca me ya destpêkê lihevkomkirina sendîkayên biçûk bû. Lê belê di halê hazir de hejmara endamên hin sendîkayan di ser hezar kesî re ye. Bi taybetî yekîtiya cotkaran di nava vê komê de ya herî mezin e, ji ber ku herêma me cihekî çandinî û cotkariyê ye. Sendîkaya cotkaran xwedî 60 hezar endamî ye. Li herêmeke weke Dêrazorê birêxistinkirina 60 hezar kesî bi vî rengî, destketiyeke mezin e. Yekîtiya bazirganan jî xwedî hezar endamî ne û me ji bo wan jî projeyên dema pêş ava kirin.
Sîstema civaka sivîl a demokratîk li gorî pîvanên demokratîk tê avakirin. Beriya ku biryarek bê wergirtin, konferans an jî civînên berfireh têne lidarxistin ku endam hemû tevlî dibin. Li van deveran nîqaş têne kirin û têne erêkirin. Ev konferans û civîn ji bo hemû saziyan derbas dibin. Biryar û plansaziya tê amadekirin jî pêşkêşî saziyên giştî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin û di pratîkê de jî bandoreke girîng a erênî dike.
Beriya rêxistiniya civaka sivîl a demokratîk li gelek qadan zor û zehmetî dihate kişandin Lê belê bi avakirina van saziyan re hem sîstemek di navbera saziyan de hate avakirin hem jî di perwerdekirin û zanekirina civakê de bi roleke bi bandor rabûn. Ji dema avabûna van saziyan û vir ve di civîn komxebat û perwerdeyê de sîstema rêveberiya xweser û projeya neteweya demokratîk bi berfirehî ji gel re têne vegotin. Sîstema civaka demokratîk jî bi heman rengî di van civînan de tê nirxandin. Karê tê kirin jî li nava gel dibe sedema pêşketinên girîng. Mînaka herî şênber a vê yekê di nerazîbûna gel a li dijî êrîşên li ser herêmê de tê dîtin.”
Seca El Huweydî ragihand ku di serî de DAÎŞ, hikumeta Şamê û gelek hêzên din hewl didin li herêmê tevlîheviyê biafirînin û destnîşan kir ku ew li hemberî vê rewşê têdikoşin. Seca El Huweydî got, mijara ku ew herî zêde zehmetiyê dikişînin îqnakirina jinan a ji bo tevlîbûna li nava van saziyan e û bi vî rengî dewam kir:
“Li Dêrazorê gelek aliyan rêxistinî û şaneyên xwe ava kirin ji bo li herêmê tevlîheviyê biafirînin. Ji bo li Dêrazorê fitneyê çêbikin serî li her cûre lîstikê dan û komên ser bi hikumeta Şamê ne. Her wiha DAÎŞ gelekî hewl dide ku li herêmê tevlîheviyê bike. Bêguman bandoreke cidî ya vê yekê li ser civakê çêdibe. Wezîfeya me ya bingehîn jî ew e ku pêşî li vê bigirin û li hemberî van êrîşan û polîtîkayên şerê taybet gel bi rêxistin bikin.
Saziyên sivîl ên demokratîk sê sal in li vir têne avakirin. Me gelek zehmetî kişand, bi taybetî tevlîkirina jinan a li nava van saziyan ji bo me yek ji mijarên herî zehmet bû. Jinên ku bi salan zext li wan hate kirin, mejiyê tarî serwer bû, ne hêsan e ku di nava rojekê de bêne birêxistinkirin û tevlî saziyên bi vî rengî bêne kirin. Astengiya herî mezin jî eşîr bûn. Saziyên bi vî rengî beriya niha li vê herêmê nehatibûn birêxistinkirin. Cara yekê dihatin avakirin û eşîran jî ev yek ji xwe re dikirin hincet. Digotin saziyên bi vî rengî beriya niha li herêmê tine bûn û îdîa dikirin ku ji ber vê yekê jî jin naxwazin tevlî van saziyan bibin. Digotin, naxwazin jin derkevin derveyî malê, lewma jî rast nabînin ku jin tevlî van saziyan bibin. Ji bo çareserkirina vê jî me gelek civîn lidar xist, karên perwerdeyê meşand. Ji bo guhertina vê rewşê pêwîstî bi hewldan û demeke dirêj hebû. Gelek caran me bi rûspiyên eşîran re civîn kir, serdana malbatan kir û hewl dan piştgiriyê ji wan werbigirin. Vê pêvajoyê demeke dirêj dewam kir, lê hêdî hêdî qebûl kirin. Her wiha hem xwedî li saziyan derketin hem jî baweriya xwe bi vê projeyê anîn. Di heman demê de xwe weke parçeyek ji vê sîstemê dîtin.
Di rewşa heyî de jin bi hêsanî dikarin tevlî van saziyan bibin; her wiha di asta rayedariyê de dixebitin û hejmara wan li hin deveran ji hejmar mêran zêdetir e. Ev pêşketin bêguman hêzê dide me. Ji ber ku demeke dirêj têkoşîneke mezin û bi berdêlên giran hate dayin, êşên mezin hatin kişandin û nuqteya ku em îro gihîştine çavkaniyeke mezin a moralê ye. Bêguman em nikarin bibêjin, me hemû zor û zehmetî û pirsgirêk çareser kirine. Lê belê dikarim vê bibêjim, jin li cihekî weke Dêrazorê li her qada jiyanê; ji perwerdeyê heta bi meclîsan di asta ji sedî 60’î de daxwazên xwe pêk tînin. Tenê li qada perwerdeyê niha 4 hezar mamosteyên jin hene.
Di nava sendîkaya cotkaran de 10 hezar jin hene. Ev tablo jî encama têkoşînê ye û moraleke mezin dide me. Piştgiriya jinan a ji hev re hîn bêhtir mezin dibe. Jinên di nava van saziyan de ne ne tenê bi saziyên di nav de ne dimînin, her wiha rêxistiniyeke me heye ku hemû saziyan digihîne hev. Carna bi hev re dixebitin. Ji bo jinan hîn bêhtir tevlî karên bi vî rengî bikin, nîqaş û projeyên me yên hevpar çêdibin. Dema bê wê projeyên me yên hîn berfireh hebin; ji bo pêkanîna wan jî karê me dewam dike. Armanca me ya bingehîn ew e ku projeya neteweya demokratîk li gorî felsefeya Rêber Apo hîn bêhtir belav bikin û bixin meriyetê.”