Li Aarauyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, belgefîlma der barê Gundê Jinwarê de hatî amadekirin hat temaşekirin. Danesîn bi pêşengiya Akademiya Jineolojiyê ya Swîsreyê û Meclîsa Jinan a Rojbînê ya Aarauyê hat lidarxistin.
Piştî nîşandana belgefîlmê, endama Akademiya Jineolojiyê Jiyan Tamarayê bi sernavê “Zayenda Civakî” pêşkêşiyek kir. Di pêşkêşiya înteraktîf de gelek kesan axaftin kir. Piştî hevsilavkirinê gelek kesan pirs li kesên li Gundê Jinwarê dijîn kirin.
Herî dawî di çalakiyê de hevdîtineke zindî bi rêya vîdeoyê ligel Gundê Jinwarê yê Rojavayê hat kirin. Ji perwerdehiyê heta jiyana rojane, ji parastinê heta aboriya gundî gelek pirs hatin kirin û piştî bersivdana van pirsan, her du aliyan soza têkilîdanînê da û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Çalakî dê 13’ê Mijdarê de li Winterthurê, 14’ê Mijdarê jî li Baselê bê lidarxistin.
FREIBURG
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nûdayê ya Freiburgê, li Helbschuleyê, bi beşdariya endama Akademiya Jineolojiyê Elif Kaya semînerek hat lidarxistin. Elif Kaya ji Xwîşkên Mîrabel heta jinên Kurd, têkoşîna jinan di nav çarçoveyeke berfireh de nirxand û piştre li ser hişmendiya baviksalar a serdest a di nav civaka Kurd de nirxandin kirin. Elif Kaya da zanîn ku şîdeta li hember jinê ne tenê pirsgirêka jinan e, ev di heman demê de pirsgirêka mêraniyê ye jî.
Piştî pêşkêşiyê der barê avakirina civaka azad de hin nîqaş hatin kirin û hat diyarkirin ku ji bo vê yekê bi qasî pêşxistina azadiya jinê, zilam jî xwe ji desthilatdariya xwe bişo.
Semîner, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê jî ji aliyê Komuna Jinan a Zînê ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê fîlm hat nîşandan. Fîlm der barê sunetkirina jinên Afrîkî de bû û ji xeynî gelê Kurd, enternasyonalîs jî eleqeyeke mezin nîşanî filmê da.