Şemî, 11 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayhan: Ne rast e ku em bêjin çîna karker a Tirkiyeyê ji bo têkoşîna aştiyê amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin
Jin

Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

Di pêşangeha “Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê” ya ku li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hat vekirin de, banga xwedîderketina li destkeftiyên têkoşîna azadiya jinê û mezinkirina piştevaniya navneteweyî hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li bajarê Freiburg im Breisgau yê Elmanyayê, pêşangeha bi sernavê “Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê” vebû. Di çalakiya ku beşdariyeke zêde hebû de, têkoşîna azadiya jinê, şoreşa jinê ya li Rojava û girîngiya piştevaniya navneteweyî derketin pêş.

EV ŞOREŞ VÎNA HEVPAR A JINAN E

Axaftina vekirinê li ser navê Austellunggruppe Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Newroz Sonmezer ve hat kirin. Newroz Sonmezer diyar kir ku pêşangeh bi armanca xuyakirina destkeftiyên dîrokî û siyasî yên şoreşa jinê hatiye amadekirin.

Sonmezer got, “Jin, Jiyan, Azadî cewherê şoreşa jinê ye” û destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinê ya li Rojava ne tenê ezmûneke herêmî ye, lê modeleke gerdûnî ya veguhastina civakî ye. Newroz Sonmezer anî ziman ku ev şoreşa di pêşengiya jinên Kurd de pêş ketiye, bi tevlîbûna jinên Ereb û jinên enternasyonalist re veguheriye îradeyeke hevpar a jinan.

Sonmezer diyar kir ku têkoşîna rêxistinkirî ya jinan hêza bingehîn a guhertina civakî ye û got: “Ev destkeftî bi hêsanî bi dest neketin. Bi berxwedana jinan a ku bi salan belav bûye derketin holê. Ji ber vê yekê divê em bi hêztir xwedî lê derkevin.”

TUNDÎ PIRSGIRÊKEKE AVANİYÊ YE

Piştre Berpirsyara Jinan a Şaredariya Freiburgê (Frauenbeauftragte der Stadt Freiburg) Simone Thomas axivî û bal kişand ser wê yekê ku tundiya li ser jinan ne pirsgirêkeke takekesî ye, lê pirsgirêkeke avaniyê ye.

Simone Thomas diyar kir ku li Elmanyayê ji her sê jinan yek di jiyana xwe de herî kêm carekê rastî tundiya fîzîkî an jî zayendî tê û her çar deqeyan carekê jinek dibe qurbana tundiya nav malê; wê destnîşan kir ku qirkirina jinan encama herî giran a neheviya sîstematîk e.

Simone Thomas anî ziman ku divê Peymana Stenbolê bi awayekî çalak were sepandin û got ku stargehên jinan tije ne û navendên şêwirê di tengasiya darayî de ne. Simone Thomas bi bîr xist ku jin di siyasetê de bi têra xwe nayên temsîlkirin û got ku wekhevî mercê bingehîn ê civakeke adiltir û ewletir e.

DAIŞ Û ÇETEYÊN WEKE WÊ JI ŞOREŞA JINÊ DITIRSIN

Nûnera Die Linke Ani ya ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku wan ji jinên Rojava gelek tişt hîn bûne. Nûnerê anî ziman ku geşedanên dawî yên li Rojava bi eşkereyî nîşan didin ku DAIŞ û çeteyên mîna wê ji şoreşa jinê ditirsin.

Ani got, “Lê divê bizanibin ku ew ê encamê negirin” û destnîşan kir ku destkeftiyên jinan bi têkoşîneke mezin pêk hatine û parastina van destkeftiyan ji bo hemû jinan girîngiyeke jiyanî ye. Ani got, “Ev destkeftî ji bo me jinan pir girîng in. Divê em bi hêztir xwedî lê derkevin.”

TÊKOŞÎNA 12 SALAN BI TÊRA XWE NAYÊ NASÎN

Di dawiyê de li ser navê Komîteya Ewropayê ya WJAS’ê Anett Bende axivî û got ku gelên Ewropayê têkoşîna jinê ya 12 salan a li Rojava bi têra xwe nas nakin. Anett Bende got, “Ev yek pir xemgîn e” û diyar kir ku divê ev têkoşîn ji raya giştî ya cîhanê re bi hêztir were vegotin.

Anett Bende da xuyakirin ku li Rojava jinên Kurd û Ereb komîteyên hevpar ava kirine û bi hev re têkoşînê dimeşînin; wê anî ziman ku şoreşa jinê ne tenê berhema jinên Kurd e, lê berhema hevpar a jinên Ereb û enternasyonalist e jî.

Anett Bende got, “Veqetîn û revîna wan ji jinan nîşanî me dide ku ev şoreş wan ditirsîne” û soz da ku ew ê xwedî li şoreşa jinê derkevin û vê yekê li seranserê cîhanê bidin bihîstin; “Em ê bi rojên Jin Jiyan Azadî vê dengî mezin bikin.”

ÇALAKÎ DÊ DU HEFTEYAN BIDOME

Piştî axaftinan beşdaran bi hev re xwarin xwarin, serdana standên agahdariyê kirin û li ser têkoşîna azadiya jinê sohbet kirin. Materyalên ku pêvajoya dîrokî ya şoreşa jinê vedibêjin li qada pêşangehê rastî eleqeyeke mezin hatin.

Hate diyarkirin ku çalakiyên ku di 24’ê Sibatê de dest pê kirine dê du hefteyan berdewam bikin û bi panel, atolye, nîşandana fîlman û civînên piştevaniyê re dê dengê têkoşîna azadiya jinê li Freiburgê bilind bibe.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ​​FREÎBÛRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Rojava bi ruhê şoreşgerî herêmên xwe diparêzin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 25’Ê SIBATA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 523’an de berdewam dike

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya ji bo azadiya fîzîkî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Akdenîzê li dijî desteserkirin û polîtîkayên şer çalakî hat lidarxistin

Li Akdenîzê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin û li hemberî polîtîkayên şer banga piştevaniya kampanyaya ‘’Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi fuzeyê li baregeha Bamernê hate xistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?