Li hemberî tundî, polîtîkayên cihêkariyê û zextên mêr û dewletê, li qadan têkoşîna ji bo parastina destketiyan û mafê jiyanê dewam kir.
Sala 2024’an li dijî tundî û şer bû saleke ji têkoşîn û piştevaniya jinan. Li hemberî polîtîkayên serwer ên mêr dewletê, lêgerîna jinan a li mafê xwe bi çalakiyên xurt dewam kir.
ZEXT Û TUNDIYA LI DIJÎ JINÊN KURD
Di sala 2024’an de tecrîd û polîtîkayên şerê taybet bi taybetî êrîş bir ser hebûna jinên Kurd a li qada siyasî. Bi armanca lawazkirina têkoşîna jinê rêbazên binçavkirin, girtin, êşkence û tundiyê gelekî hatin bikaranîn. Ji ber êrîşên li ser saziyên jinan bi dehan xebatkar hatin binçavkirin an jî girtin.
Di vê demê de destdirêjî, destavêtina li jinan, mirina jinan a bi guman zêde bûn, kujer bê ceza hatin hiştin: Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt sê jinan, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê destavêtina li çar zarokan, li Wanê mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku bûyer nehate lêkolîn, qetilkirina Narîn Guran a 9 salî di nava malbatê de bi rengekî organîzeyî, tarîkirina delîlan bi destê malbatê û dewletê, eşkerekirina sedem û kujerên Narîn, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê berdana berpirsyarên sûcê destavêtina bi rêk û pêk.
ÊRÎŞÊN LI SER TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ YA JINAN
Têkoşîna jinan a ji bo aştî û azadiyê di nava sala 2024’an de li gelek zext û êrîşan rast hat.
Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) ku li gel nexweşiyên kronîk jî ew xistin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Êlihê, li pêşiya girtîgehê êşkenceya lêgerîna bi rengekî tazî li wan hate ferzkirin û kiryarên xerab li wan hate kirin. Li Silopiyayê Dayikên Aştiyê yên di nobeda aştiyê de bûn bi destwerdana leşkeran hatin binçavkirin û kiryarên xerab li wan hate kirin.
DARBEYA LI HEMBERÎ DESTKETIYÊN JINAN
Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de ji bo jin hîn bêhtir tevlî siyasetê bibin û xwedî temsîliyeta wekhev bibin DEM Partiyê bi sîstema hevserokatiyê 3 jê bajarên mezin 78 şaredarî bi dest xist. Lê belê gelek ji van şaredariyan bi darbeya qeyûm hatin desteserkirin. Bi tayînkirina qeyûman re ya li ser şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û navçeya Miks a Wanê re êrîş li dijî temsîliyeta jinan a li rêveberiyên xwecihî hate kirin. Tevgera Jinên Kurd berxwedana xwe ya li hemberî van êrîşan hîn jî dewam dike.
KUŞTINA JINAN
Di sala 2024’an de li Tirkiyeyê bi sedan jin bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Platforma ‘Em ê kuştina jinan bisekinînin’ di 11 mehên destpêkê yên salê de 233 jin bi gumanbarî û 375 jin hatin kuştin. Jin bi giranî bi hincetên cihêbûnê, qebûlnekirina lihevkirinê yan jî daxwaza bidawîkirina têkiliyê hatin kuştin. Beşeke mezin a kuştinan ji aliyê mêrên ku bi jinan re zewicîn bû hate kirin.
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN Û BERXWEDAN
Di sala 2024’an de li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan, êşkence û kiryarên xerab zêde bûn. ‘Nedana xizmeta tenduristiyê’, ‘şert û mercên nebaş ên li girtîgehê’ û ‘kiryarên cihêkariyê’ çend ji van binpêkirinan bûn. Li gorî daneyên nerojane yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan zêdeyî hezar girtiyên nexweş hene û ji ber bernedana girtiyên bi nexweşiyên giran gelek girtî li girtîgehan mirin. Her wiha 8 hezar û 521 girtî divê bêne berdan, lê belê ji ber Desteyên Çavdêrî û Îdareyê nayên berdan. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê di nava 11 mehên destpêkê yên salê de 709 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.
Di vê demê de li girtîgehan polîtîkaya tecrîdê jî hate girankirin. Li girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpên Y û S, tecrîda giran li ser girtiyan hate ferzkirin. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê 7 girtîgehên bi tîpa S û 14 girtîgehên bi tîpa Y hene.
Di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ girtî jî ketin nava berxwedaneke xurt. Li girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem hate destpêkirin. Girtiyan ji 15’ê Sibatê û pê ve dest bi boykotkirina axaftina bi telefonê û hevdîtina bi malbatên xwe re kirin û hewl dan bi vî rengî dengê xwe bidin bihîstin. Girtiyan bi çalakiyên xwe hem têkoşîn hem jî piştevanî mezin kirin.
Sala 2024’an bû saleke ji zext û êrîşên li dijî jinê û azadiyê. Lê di heman demê de li gel zext û tundiyê jî jinan di nava salê de dest ji têkoşînê bernedan.
Li hemberî polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk, kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ li tevahiya cîhanê bi meş û daxuyaniyan berfireh bû. 69 xwediyên xelata Nobelê li dijî tecrîda li Îmraliyê name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re şandin, xwestin Rêber Apo bê berdan û danûstandinên hatine rawestandin jinûve bêne destpêkirin.