Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan bi rengekî sîstematîk didomin. Li girtîgehên li Serhedê ev binpêkirin pir diqewimin. Rêveberiya girtîgehê gefa cezayên disiplîn û hwd li girtiyan dixwe. Li girtîgehan aktîvîteyên civakî, axaftina bi Kurdî, silav dayîn, sewqên nexweşxaneyê, peywendî û hevdîtin veguheriye pirsgirêkek kronîk. Malbat jî rû bi rûyê van binpêkirinan dimîne.
Di demên dawî de Girtîgeha Girtî ya Erzîncanê ji rojevê nakeve. Malbatên ku li vir diçin hevdîtinê, rû bi rûyê lêgerîna tazî dimînin. Bi hinceta ku girtî di hevdîtinan de bi Kurdî axivîne û silav dane hevdû, derbarê wan de girtek tê girtin.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Yusuf Çakas pirsgirêkên li Girtîgeha Erzîncanê diqewimin, ji ajansa me re nirxand. Çakas diyar kir ku li Tirkiyeyê di zindanê de mayîn jî bi xwe binpêkirina maf e û got, “Tecrîd ne tenê ew e ku girtî li hucreyê tenê bê hiştin; di heman demê de ji malbat, parêzer û xaka xwe qut kirine. Sirgûnên di bin navê ‘sewqa ji ber ewlehiyê’ de tên kirin, parçeyekî van polîtîkayên tecrîdê ye.”
GIRTÎ HEM LI HUNDIR HEM JÎ LI DERVE TÊN ÎZOLEKIRIN
Çakas ragihand ku girtîgehên bi tîpa kampus ên li deverên mîna Erzîncan, Erzirom, Sîncan û Sîlîvriyê hatine çêkirin, girtiyan ji hevdû û ji malbatên wan dûr dikin û got, “Berê malbatê didin cihên evqas dûr, ev jî bi serê xwe cezakirinek e. Mafên çêkirina peywendiyê ya mîna hevdîtina bi malbatê û telefonê, bi rengekî kêfî tê astengkirin.”
Çakas diyar kir ku “sîstema modul” a li Girtîgeha Kampus a Erzîncanê girtiyan bi temamî îzole dike û destnîşan kir ku fealiyetên civakî û çandî tên astengkirin, ev tecrîdeke fîzîkî û zihnî ye.
MAFÊ WAN Ê TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN
Çakas bal kişand ser şert û mercên tenduristiyê yên li girtîgehê û diyar kir ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Çakas got, “Sewqên ji bo nexweşxaneyê, bi rengekî kêfî tê astengkirin. Hin girtiyên hatine sewqkirin, ji ber nêzîkatiyên netewperest ên bijîjkan tedawî nabin. Kar û barên hêsan ên mîna tedawiya didan jî, dereng tê xistin; ev binpêkirineke mafê jiyanê ya eşkere ye. Dîsa ji ber axaftina bi Kurdî derbarê girtiyan de girtek tên girtin û ev maf li malbatan jî tê qedexekirin. Her wiha girtî ji ber ku di hevdîtinên vekirî de silav didin hevdû, hişyarî digirin.”
Çakas bilêv kir ku malbatên ji bajarên dûr hatine, beriya biçin hevdîtinê rû bi rûyê pêkanînên biçûkxistinê yên mîna lêgerîna tazî dimînin û got, “Rêveberên girtîgehan, dozger û saziyên darazê divê helwesteke li gorî pêvajoya aştî û demokratîkbûnê raber bikin. Her binpêkirina maf a li girtîgehan, di rastiyê de li dijî wijdana civakê ye. Meseleya zindanê ne tenê meseleya girtiyan yan jî malbatên wan e; berpirsyariya hevpar a her kesê ye. Ez bang li hemû raya giştî, partiyên siyasî û saziyên demokratîk dikim ku li dijî binpêkirinên mafan ên li zindanan helwest raber bikin.”

