Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya şaxê ya li Beyoglûyê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên Herêma Marmarayê” eşkere kir. Di raporê de binpêkirinê ji çileya 2024’an heta adara 2024’an hatine destgirtin. 40 jê ji girtîgehên Herêma Marmarayê bi giştî 69 serlêdan ji bo komeleyê hatine kirin û ji van hezar û 76 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin.
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî da zanîn ku ji binpêkirinên di raporê de 4 jê têkildarî mafê jiyanê ne, 169 jê yên êşkence, derbkirin, miameleya xerab û nêzikatiyên biçûkxistinê ne. Yolerî, bi domdarî da zanîn ku 57 binpêkirinên mafê tenduristiyê hatine jiyîn, li dijî mafê ragihandinê 285 û li dijî mafê xweyîbûna bitendurist û xwegihandina ava paqij 111 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin.
Di berdewamê de Yolerî anî ziman ku têkildarî binpêkirinên xwegihandina edaletê de 28 serlêdan ji bo wan hatine kirin, têkildarî girtina neheq, darizandina adilane û binpêkirinên di dema înfazkirina cezayê de 12, têkildarî binpêkirinên di dema grevên birçîbûnê de jî 26 serlêdan hatine kirin. Yolerî, her wiha da zanîn ku wan bi rêya çapemeniyê 260 binpêkirina mafan tespît kirine.
Bi domdarî Yolerî destnîşan kir ku ji 1’ê nîsana 2024’an ve li 403 girtîgehan bi giştî 322 hezar û 780 kes tên ragirtin û wiha domand: “Kapasîteya 403 girtîgehan 295 hezar û 702 kes e lê li van deran 322 hezar û 780 kes tên ragirtin. Anku 27 hezar û 78 kes bi ser kapasîteyê re tên ragirtin. Weke ku di raporên me de jî xuya dike, hejmara zêde ya di qawîşan de rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê û xwegihandina mafê ragihandinê vedike. Divê ev pirsgirêk tavilê bê çareserkirin.”
Di berdewamê de Yolerî anî ziman ku sepanên êşkence û miameleya xerab, zexta psîkolojîk, çêr, heqaret, nebirina nexweşxaneyê, nedayîna dermanan, nêzikatiyên deretîkî yên bijîşkan, di dema çûna nexweşxaneyê de zexta lêgerîna tazî didomin û da zanîn ku dema girtî li dijî vê derdikevin jî rastî êşkenceyê tên.
Yolerî, bal kişand ser sepanên tecrîdê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qedexeyên name-hevdîtinê, qedexeyên televîzyon-radyoyê, bisînorkirina sihbet-sporê û hwd jî di nav de li Girtîgeha îmraliyê pergaleke pir tund a tecrîdê heye ku têkiliya girtiyan a bi cîhana derve re bi temamî qut kiriye. Em vê weke tecrîdê pênase dikin. Daneyên têkildarî tecrîdê pir girîng in. Di nava daneyên çile-adarê de 157 binpêkirin tenê di meseleya binpêkirina mafê ragihandinê de hene.”
Yolerî, bilêv kir ku binpêkirinên li girtîgehan ji yên di raporê de hatine eşkerekirin pir zêdetir in. Yolerî, got ku rapora wan tenê parçeyeke biçûk ê binpêkirinên li girtîgehan e.