Parêzer Ferdî Sîdar anî ziman ku rewşa heyî ya Rêber Apo guncaw e ku ji ‘mafê hêviyê’ sûdê werbigire û destnîşan kir ku astengkirina vê yekê bêhiqûqî ye.
Hevserokê Şaxê Enqereyê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Ferdî Sîdar ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist, ku ‘mafê hêviyê’ ji aliyê hiqûqî û gerdûnî ve ji ber dijberiya cezayê mirinê yê li dijî mafên mirovan kete rojevê. Sîdar diyar kir ku di encama têkoşîna hiqûqî ya bi salan de di serî de li welatên Ewropayê li gelek welatan cezayê mirinê hate qedexekirin.
Parêzer Sîdar bal kişand ser xala 2’yemîn a parastina mafê jiyanê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê.
DIVÊ CEZA JI NÛ VE BÊ NIRXANDIN
Hevserok Sîdar anî ziman ku divê hikumeta Tirk ji bo Rêber Apo êdî prosedurên hiqûqî bi cih bîne û got, “Rewşa ceza û şert û mercên înfazê yên Abdullah Ocalan ji aliyê hiqûqî ve zemîneke guncaw pêşkêş dike ku divê ji mafê hêviyê sûdê werbigire, lê belê ev yek di pratîkê de bi cih nayê anîn. Tirkiye li gorî berpirsyariyên xwe yên li hiqûqa hundirîn û navneteweyî divê pîvanên mafên mirovan û prosedurên hiqûqî bi cih bîne.”
Sîdar destnîşan kir ku li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gelek sedem hene ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li gorî xala 3’yemîn bê sererastkirin û got, “Li gorî vê yekê derfet heye ku hem bê berdan, hem jî ceza ji nû ve bê nirxandin. Eger cezayekî girtîgehê yê heta bi hetayê lê bê birîn û derfetê xwe yê berdana bi şert nebe, ev yek tê wê wateyê ku dewlet têkildarî cihê wî kesî yê li nava civakê û qîmetê wî de hukmekî jêneveger ferz dike. Bandora li dijî mirovahiyê û tecrîda mirovekî cezayê heta bi hetayê lê hatiye birîn, têrê dike ku mirov qebûl bike ku cezayekî bi vî rengî li derveyî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê mafê berdana bi şert divê ji bo mehkûmên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn jî bê naskirin, bi vî rengî rewşa hilweşîner a ceza ya li dijî rûmeta mirovahiyê karibe bê sererastkirin. Ji ber ku re-sosyalîzasyon û defetê berdanê bi hev ve girêdayî ne.”
Sîdar diyar kir ku DMME’yê destnîşan kiriye ku dema li ser biryara ‘mafê hêviyê’ ji aliyê welatê endam ve li gorî mafê xwe yê serweriyê dikare bê diyarkirin, lê belê dema navborî divê ne ewqasî dirêj be ku ‘mafê hêviyê’ yê mirovan ji holê rake.
Sîdar destnîşan kir ku li gorî biryar û erkên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, divê Tirkiye sererastkirinên qanûnî bike ku guhertinên bingehîn pêk were û mekanîzmayên welê biafirîne ku karibin cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ji holê rake.
‘GUHERTINÊN QANÛNÎ DIVÊ BÊNE KIRIN’
Sîdar ragihand ku bicihanîna ‘mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê ferz dike ku li gorî biryara DMME’yê sererastkirineke qanûnî ya li gorî biryarên ‘Ocalan 2’ bike û got, “Di çarçoveya vê sererastkirinê de divê ji bo kesên li Tirkiyeyê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn mekanîzmayek bê avakirin ku bi ‘mafê hêviyê’ derfeta berdanê pêşkêş bike.”