Di çarçoveya Festîvala Rojên Amarayê de ku bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve” tê lidarxistin, li navçeya Hawag a Rihayê meşek hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî meşê bûn.
Di meşê de dirûşmên “Kurdistan canê me Apo serokê me”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin qîrîn.
Piştre li taxa Çatak a Hawagê li daristanê 77 şitlê çamê hatin çandin.

