Şemî, 28 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arakçi-Huseyîn civiyan: Îran wê baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Iraqê hedef bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Holloway: ‘Azadiya Ocalan wê deriyê demokrasiyeke kûr veke’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Demir: Avêtina gavên zagonî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vezîr Coşkun Parlak: Yekîtiya Tirk-Kurd bi rêya hemwelatîbûna li ser bingeha hiqûqî dikare pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 27’ê Sibatê de li qadê bûn: ‘Dewlet ji hêviyan re nabe bersiv’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cenazeyê Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Humsê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kobanê dest bi amadekariya 8 Adarê kirin: ‘Em ê li ser xeta Sakîneyan bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em di qonaxeke krîtîk de ne, divê Rêbertî azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Li Hesendînê li dijî madenê mîtîng: Pêwîst bike em ê her roj nobet bigirin
Civak & Ekolojî

Li Hesendînê li dijî madenê mîtîng: Pêwîst bike em ê her roj nobet bigirin

Li Zozanên Hesendînê li dijî projeya madenê mîtîng hate lidarxistin û peyama “Eger pêwîst bike em ê her roj nobetê bigirin” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Zozanên Hesendînê ya bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê ve hewl tê dayîn ku projeyek madenê çêbikin. Ev projeya madenê 6 gund û bi dehan mezrayan wê bixe bin bandora xwe. Bi pêşengiya Komeleya Pasûriyan a Stenbolê (KULP-DER) û Platforma Parastina Zozanên Hesendînê li dijî amadekariya çêkirina projeya madenê mitîng hat lidarxistin. Mitîng li zozanan hat lidarxistin û rêveberên DBP, DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl, hevşaredarên DEM Partiyê û bi sedan şêniyên herêmê beşdar bûn.

Di mitîngê de pankarta “Em li zozanên xwe kana madenê naxwazin” hat vekirin û dowîzên “Bila Hesendîn nebe Îlîç”, “Dest nede xwezaya min” hatin hildan. Bênavber dirûşmeya “Bijî berxwedana Hesendînê” hat berzkirin.

Endamê Komîsyona Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan di mitîngê de axivî û destnîşan kir ku herêm bi xebatên madenê ji avê tê ziwakirin û got: “Maden zirarê dide çavkaniyên gel û xwezaya me. Em li vir mafên xwe yên jiyanê diparêzin. Nikarin me bi projeyên talanê ji axa me ya qedîm bikin. Em ê rê nedin projeya madenê ku qada jiyanê ya gelê me tune bike.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku Hevberdevkê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ye jî axivî û wiha got: “Me berê li çemê Pasûrê masiyan digirt, xelkê xwe pê xwedî dikir lê niha ew jî tune ye. Wê demê jî gelek kesan dengên xwe derxist lê mixabin ew bertek nehat mezinkirin. Êdî em ê destûrê nedin vê talanê. Ev zozan zozanên xelkê me ye û xelkê me li zozanên xwe xwedî derkeve. Em tenê ne qadên jiyanê ji bo xwe diparêzin, em di heman demê de xwedî li mafên ajal, xwezayê jî derkevin. Madeyên kîmyasalê ku di çêkirina vê projeyê de bên bikaranîn, wê Çemê Dîcleyê ku li tevahiya Mezopotamyayê belav dibe jî jehrî bike. Em ji bo parastina siboroja xwe li vir in. Hewce bike em ê her roj li vir nobedê bigirin. Em ê vir nekin qurbanê ranta aboriyê. Ev nebat û xweza dewlemendiya me ya herî mezin e. Tu tiştek nikare bikeve pêşiya vê dewlemendiya xwezaya me. Em tenê ne ji bo destekê, ji bo em jî wek we xwedî li vir derkevin, li vir in.”

Ayten Ateş jî nerazîbûna xwe ya li dijî projeyê wiha anî ziman: “Ev der cih û warê me ye, jiyana me ye. Em li vir hatin dinyayê. Em ê cihê bav û dayikên xwe nedin kesî. Em naxwazin maden bikeve vir. Em naxwazin ku 20 hezar mirov ji bo zengînbûna çend mirovan perîşan bibin. Em ê jiyan û zozanên xwe nedin tu kesî. Em naxwazin tevirek jî li vir bê xistin.”

Behzat Cengîz jî wiha got: “Heke maden bikeve vir, em ê tune bibin. Ne mimkûn em vê yekê qebûl bikin. Em Zozanên Hesendînê bêxwedî nehêlin. Em bi hev re li dijî madenê têbikoşin. Bila nefesa me tune nebe.”

Serokê KULP-DER’ê Îflahattin Aslan jî bal kişand ser hewldana çêkirina projeya madenê û got: “Ev tiştên wisa li ku bibin bila bibin, divê kes qebûl neke. Em naxwazin ev maden were çêkirin. Em li ku dibin bila bibin, ruhê me li vir e. Kî li dijî vê rabe em bi wan re ne. Em dikarin bi xwedîderketinê Hesendînê rizgar bikin.”  

Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî gundiyên Muglayê êrîş pêk hat: 7 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re ‘Divê li Iraqê pênnûmeya qanûna zewaca zarokan a di 9 salî de bê vekişandin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TAJÊ name ji 19 welat û saziyan re şand: Qirkirinê nas bikin

Komîteya Dîplomatîk a TAJÊ nameyek ji 19 welat û saziyên ku fermana 3’yê Tebaxê wekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo fermandara YPJ’ê Zozan Hesekê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zozan Hesekê (Munewer Fatîme) konê sersaxiyê hate vedan.

Ji aliyê Stêrk TV

Civîna DEM Partî-CHP’ê: Bal kişandin ser ‘têkoşîna hevpar’ û peyamên li dijî qeyûman dan

Di hevdîtina hevserokên DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP'ê de bal kişandin ser 'têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di 27’ê Sibatê de li qadê bûn: ‘Dewlet ji hêviyan re nabe bersiv’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji bedewiya xwezaya Qendîlê: Gundê Qelatê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?