Hate diyarkirin ku di roja 6’an a Operasyona Ewlehiya Domdar de çeteyekî DAÎŞ’ê hatiye girtin.
Di daxuyaniya Hêzên Odaya Operasyona “Ewlehiya Domdar” de hate diyarkirin ku çeteyekî DAÎŞ’ê ku gelek çalakiyan plan dikir û 2 sal in tê lêgerîn, bi gelek çek û cebilxaneyê hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyên DAÎŞ’ê hewl didin xwe li herêmên bejahî, gund û kampan veşêrin û dema derfet dibînin êrîşî hêzên ewlehiyê û sivîlan dikin.