Di êrişa çekdarî ya li dijî dikanekê li kolana Hedara ya taxa Ekremê de 2 ciwan hatin qetilkirin.
Çekdaran di hundirê dikanê de gule berdan ciwanan, di encamê de di cih de ciwan Muhened El Esed hat qetilkirin û yek jî birîndar bû. Lê ji ber berîndariyê wî jî di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.
Li gel berdewama rewşa tevliheviyê li herêmên hikumeta demkî û nebûna cezakirinê, sûcên wiha dewam dikin.

