Li dijî şewata salê ya herî mezin, şewata megayê nêzî 4 hezar û 900 agirkuj hatine seferberkirin, 33 helîkopter, 400 kamyon û gelek agirkujên Canadair û Kaliforniyayê ketine dewrê. Têkoşîna bê hempa ya li dijî şewatê didome.
Şewata ku weke “Park fire” hatî binavêkirin, ji roja Çarşemê ve li herêmeke bejahî dewam bike. Ku ev herêm bi wesayîtê 3 saetan ji bakurê rojhilatê San Francisco dûre.
Li gorî ajansa CalFire, şewat niha qadeke nêzî 1.500 kêm2’yî texrîb dike û bû yek ji şewatên herî mezin a dîroka Kaliforniyayê.
Heta niha ti windahiyên can çênebûne û şewat ji sedî 12 di bin kontrola agirkujan de ye.