Li gorî agahiyan, li kampa Xankê ya Dihokê zêdeyî 100 koçberên Şengalî qeyda xwe çêkirine ji bo vegerin Şengalê.
Şengaliyan serî li ofîsa Wezareta Koç û Koçberan a li bajarê Sêmêlê yê parêzgeha Dihokê dan û xwestin, di demeke nêz de vegerin Şengalê.
Yek ji koçberên ji ANF’ê re axivî û navê xwe nexwest eşkere bike, diyar kir ku 10 roj in ew bi belgeyên xwe li bendê ne ku desthilata Başûr rê bide û ew jî vegerin Şengalê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku tenê di nava vê mehê de zêdeyî 600 malbatên Şengalî yên li Başûrê Kurdistanê vegeriyan cih û warên xwe.
Her wiha tê gotin, rêveberiya herêmê gelek caran gef li koçberên Şengalî xwarine ku li ber biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya ji bo girtina kampên li Başûrê Kurdistanê rabin.