KDC’ê li hemberî 17’emîn şewba Ebolayê ya ku di nîvê meha Gulanê de hatibû ragihandin, têdikoşe. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 3 hezarî derbas kir, hejmara pêketiyan jî gihîşt 6 hezar û 186 kesan.
Li gorî Enstîtuya Tenduristiya Gel a Neteweyî ya Kongoyê rêjeya mirinên ji ber şewba heyî ji sedî 48,6 e. Ev rêje ji rêjeya mirinên ji ber şewba salên 2018-2020’an zêdetir e.
Ji ber hebûna dewletê li herêmên rojhilat û bakurê rojhilat ên ku şewb lê bi bandor e lawaz e û tevgerîna komên çekdar xebatên tenduristiyê zehmet dikin. Destwerdana tenduristiyê ya ku bi derfetên kêm tê meşandin, li hemberî zêdebûna hejmara pêketiyan têr nake. Ji ber bêbaweriya hin civakan a li hemberî tîmên tenduristiyê têkoşîna li dijî şewbê zehmet dike.

