Li bajarê Lîege yê Belçîkayê Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî dan destpêkirin.
Meclîsê pêşî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Lîege, semînerek li ser 8’ê Adarê û têkoşîna azadiyê ya jinê da.
Piştî semînerê, jin çûn postaxeneyeke li bajêr û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert şandin.