Polîsên tirk 29’ê Nîsanê danê êvarê li taxa Şevket Sûmer a navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi ser male Yoldaş Aba û apê wî Sedat Aba de girtin û bi hinceta “endamê rêxistinê ne” hatin binçavkirin.
Ap û birazî Aba yên li midûriyeta polîsan karên wan bi dawî bûn îro sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Dozgeriyê bi hinceta “endamê rêxistina terorê ne” wan sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê kir. Dadgehê bi hinceta “endamê rêxistina terorê ne” ap û biraziyê Aba girtin.
Îro jî cendirmeyan bi ser gelek malan de girtin û ji ber parvekirinên medyaya dijîtal bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê dikin” 6 kes binçav kirin.