Yekşem, 13 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li navçeyên Amedê berxwedan: Colemêrg a me ye!
Kurdistan

Li navçeyên Amedê berxwedan: Colemêrg a me ye!

Li navenda Amedê û navçeyên wê bi sedan kes daketin qadan û bi dirûşma 'Colemêrg a me ye' desteserkirina îradeya gel şermezar kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Peyas a Amedê ji bo bertek nîşanê tayînkirina qeyûm bide ji avahiya xwe ya Peyasê heta Vîlayên Semta Dîclekentê meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye şaredarî ya me ye”, “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Em li hemberî zextan serî natewînin” û “AKP dê hesabê bide gel” hatin berzkirin. Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevserokên DEM Partiyê yên Peyasê û gelek kes tev li meşê bû.

Polîsan cih cih xwest partiyiyan asteng bike, lê girseyê tevî dorpêça polîsan jî meşa xwe berdewam kirin û polîtîkayên qeyûm şermezar kirin. Li derdorê jî gel bi çepik û wesayîtan jî bi lêdana qorneyan piştgiriya girseyê kirin.

REZAN

Girseya ku di nav wan de Hevşaredara navçeya Rezanê Leyla Ayaz, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray û endamên partiyê jî hebûn li dijî tayînkirina qeyûman ji kêleka Girtîgeha Tîp a E ya Rezanê  heta Hatboyûyê meşiyan. Girseyê dirûşmên “Colemerg ya me ye şaredarî ya me ye”, “Bijî berxwedana gele kurd” hwd. berz kirin. Di tevahiya meşê de welatiyan li çepikan gerandin û ajokaran jî ji bo piştgiriyê li qornê xistin. Hevserokan ku esnafên Hatboyu ziyaret kirin gel vexwendin çalakiya rûniştinê ku dê her roj saet di 17:00 de li ber şaredariyan li dijî xespa vîna gel bê lidarxistin kirin.

SÛR

Li Navçeya Sûrê ya Amedê gel ji bo bertek nîşanê tayînkirina qeyûm ya li Şaredariya Colemêrg’e bide meşiyan. Girse ji avahiya navçeya Sûrê dest bi meşê kir û heta ber deriyê Mêrdînê meşiyan. Gel jî daket kolanan û piştgiriya partiyiyan kir. Dikandar û rêwiyên ku girse dîtin bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan meşê. Wesayîtên derbasbûyî ji bo piştgiriya girseyê li qorneyan xistin. Tevî astengiya polîsan jî girseyê bi vîneke mezin bi dirûşmeyan meşa xwe berdewam kir.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gel”, “Colemêrg a me ye Şaredarî ya me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Zext nikarin me asteng bikin” hatin berzkirin. Piştî meşê girse li avahiya navçeyê kom bû û belav bû.

BAJARÊ NÛ

Li Navçeya Partiya DEM’ê ya Bajara Nû jî partiyiyan xwest meş li dar bixe, lê çalakiya wan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, Hevşaredarên Bajara Nû, endamên meclîsa şaredariyê û welatiyan piştgirî dan çalakiyê û bi dirûşmeyên “Colemêrg a me ye şaredarî ya me ye” astengiya polîsan şermezar kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn li vir daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku xebatên partiya wan ên siyasî tên astengkirin. Şahîn, bertek nîşanî dorpêça avahiya partiya wan da û wiha got: “Hûn vê dorpêçê li dijî kesên ku welat talan kirine nagirin. Em mafên xwe yên bi Destûra Bingehîn hatine mîsogerkirin bi kar tînin. Yên zilmê li vî gelî bikin dê bên darizandin. Em tu carî dev ji siyaseta demokratîk bernadin. Em weke kurd û gelên Tirkiyeyê zîhniyeta qeyûm protesto dikin.”

Piştî axaftina Şahîn, girseyê dorpêça polîsan bi tilîlî û çepikan protesto kir.

BISMIL

Li navçeya Bismilê ya Amedê jî bi armanca şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm li şaredariya Bismilê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu, Hevşaredarên DBP’ê yên Navçeya Bismilê, Hevşaredarên DEM’ê yên Bismilê, gelek endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên partiyê beşdarî nobedê bûn. Hevserokê Navçeya DEM’ê yê Bismilê Mûstafa Kûrt bang li gelê Bismilê kir, got ku weke hilbijartinên 31’ê Adarê her kes vîna xwe biparêze. Kûrt ku xwest hemû gelê Bismilê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya sibê saet di 17:00 de li Şaredariya Bismilê bê dayîn, diyar kir ku ew ê li Şaredariya Bismilê bi gel re dest bi çalakiya nobedê ya bêdem bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin paradîgmaya Abdullah Ocalan belav dikin
Nûçeya Pişt re Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin û êşkence lê hatin kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Iraqê êrîşî qereqola leşkerî hate kirin: 5 leşkerên Iraqê mirin

Rayedarên Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di êrîşa li ser çeperên leşkerî ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêber Apo peyama ji bo heyeta Ewropî

Rêber Apo peyamek ji heyeta Ewropî re şand, ku dixwaze pê re hevdîtinê bike û…

Ji aliyê Stêrk TV

Aqlê Kurdistanê ji Kurdistanê direve

Rêyên bazirganiya global û enerjiyê dinyayê ji nû ve dîzayn dikin. Tesîrên vê yekê li…

Ji aliyê Luqman GULDIVÊ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîmenê merasîma şewitandina çekan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?