Hat ragihandin ku ji roja Yekşemê ve nêzî 350 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 150 kes hîna winda ne.
Ji roja Pêncşemê û vir ve barana dubare, bû sedema lehî û hezazê û gelek gundên çiyayî hilweşand.
Tîmên rizgarkirinê û xelkê herêmê 3 roj in lêgerînên xwe yên di bin kavilan de didomînin. Lê belê rayedar diyar dikin ku îhtîmala ku windayan bi saxî bibînin her diçe kêmtir dibe.
Bilançoya herî giran li eyaleta çiyayî Hayber Pakhtunkhwa rû da ku li sînorê Efganistanê ye. Li gorî rayedarên herêmî, tenê li vê herêmê di nava du rojan de 317 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêma Buner jî rewş krîtîk e. Ji Otorîteya Rêveberiya Afetê ya Eyaletê dîrektor Asfandyar Khattak daxuyanî da AFP’ê û got, “Herî kêm 150 kes winda ne. Dibe ku ev kes di bin kavilên malên hilweşayî ma bin, yan jî ketibin ber lehiyê.”
Tê diyarkirin ku li welêt baranên muson li gorî salên bihurî, hîn dijwartir bûne. Fikar heye ku bilançoya karesatê girantir bibe.
Pakistan pêncemîn welatê herî qelebalix ê cîhanê ye û yek ji welatên ku herî zêde ji guhertina avhewayê bandor dibe.