Bi hatina 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî, Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Paşerojê ya Qamişloyê komxebatek bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” lidar xist.
Komxebat li Hola Nêrgiz a li bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan jinên ji bajarên Qamişlo, Til Hemîs, Tirbespiyê, Til Koçer, endamên sazî û tevgerên jinan hat lidarxistin.
Komxebat ji aliyê cîgira berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zozan Şemo, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Qamişloyê Welîda Hesen û hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Welîda Îsmaîl ve hat birêvebirin.
Welîda Hesen bal kişand ser diyardeya tundiyê û ev nirxandin kir: “Tundî diyardeyeke giştî ye, rojane bi tundiyê mafê jinan tê binpêkirin. Tundî destpêkê ji newekheviya di nava civakê de tê, ji bo rêgirtina li ber tundiyê heke têgihiştineke tune be, wê rewş xerabtir bibe. Zexta ji ber nêrînên paşverû yên li ser jinan tundiya herî mezin e. Ev jî dihêle ku jin azad nebin.”
Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê tundiya li dijî jinan, bandor û çereseriyên wê de anîn ziman. Beşdaran da zanîn ku sedema pêşîn a tundiyê adetên paşverû yên li ser jinan têne ferzkirin. hate gotin, li gorî wan adetan divê jin di mal de be û bi darê zorê tê zewicandin.
Têkildarî rêgirtina li ber tundiyê jî hate diyarkirin ku divê destpêkê jin wateya azadiyê nas bikin, herî kêm her jinek di nava civakê de bi nîqaşên azadiya jin bi malbatê xwe re tê dikoşe. Her mafek ereke wê heye, divê di mafdayîna di nava civakê de hevsengî hebe.
Jinên beşdar destnîşan kirin ku tundî li hemberî rûmeta mirov jî gefeke. Her wiha îşaret pê kirin ku divê qanûna `malbat` li herêmê pêk were, divê ji bo pêkanîna xweparastina jin yekitiya jinan bê avakirin.
Beşdaran hin mînakên tundiya li ser jinan wekî revandina jinên êzidî ji aliyê çeteyan ve û sûcên ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de têne kirin, dan. Hate diyarkirin ku li hemberî tundiyê pêwîstî bi têgihiştieneke çandî heye.
Zozan Şemo da zanîn ku civak û jin ji hev nayên dûrxistin û ev li gotinên xwe zêde kir “Pêwîstî bi pêşxistina hişmendiya xweparastinê heye. Li herêmê tundiya siyasî heye, gelek jinên pêşeng hatin hedefgirtin. Bi rêya fihûş û madeyên hişbir şerê taybet di nava civakê de tê meşandin, ev bi xwe beşek ji tundiyê ye tê kirin, ew jî beşeke ji tundiyê ye.
Piştre beşdar li ser 7 koman hatin dabeşkirin û pirsên çawaniya xwegihandina azadiya jin? Wê çawa wekheviya di navbera jin û mêr de pêk bê? Bandora tundiyê li ser jin û civakê çi ye? Çareseriyên pirsgirêka tundiya li dijî jin çi ne? ez ê çawa xwe ji tundiyê biparêzim? Hişmendiya xweparastinê û parastina cewherî çi bo we çawa ye? bandora kevneşopiya neyinî di nava civakê de? li wan hatin belavkirin.
Beşdaran bersivên pirsan dan û destnîşan kirin ku ji bo guhertina zîhniyeta baviksalarî pêwîstî bi parastin û naskirina hebûn jin heye. Beşdaran girîngiya perwerde û rêxistinkirina jinan vegotin û wekî beşeke ji xwegihandina azadiyê, avakirina jiyaneke hevpar û malbateke demokratîke nirxandin. Her wiha avakirina konfederalîzma jinan a di bin felsefeya `Jin, Jiyan, Azadî` de wekî pêwîstiyekê destnîşan kir.
Di bersivên pirsên beşdaran de hate got ji bo avakirina wekheviyê divê maf û erka jinan bi malbatê re bê naskirin, mafên jinan ên xwendinê, wekheviya di mîrasê de û wekheviya di biryardayînê de werin mîsogerkirin.
Der barê bandora tundiyê li ser jin û civakê de jî hat diyarkirin ku bandoreke neyînê li ser jin, zarok û civakê bi giştî dike.
Jinan rêbazên rêgirtina li ber tundiyê jî nîqaş kirin diyar kir ku ji bo jin xwe ji tundiyê biparêze pêwîste baweriya xwe bi felsefeya `Jin, Jiyan , Azadî` ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve derktiye, bîne. Jinan îşaret pê kirin ku Rêber Abdullah Ocalan diyar kiriye ku zîhniyeta baviksalarî tundî çêkiriye, tundiya li dijî jin beşeke ji tundiya siyasî ye ya ku hêzên hegemon pêk tînin û divê jin di tevgerên xwe yên xweser de rêxistina xwe ava bikin.
Komxebat bi pêşniyaran bi dawî bû.