Malbatên sivîl û şervanên ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve meha Çileyê dîl hatin girtin, li Çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo xwepêşandanek lidar xistin. Di xwepêşandanê de bang li aliyên têkildar kirin ku çarenûsa zarokên wan zelal bibe.
Di xwepêşandanê de wêneyên dîlgirtiyan rakirin. Di xwepêşandanê de malbatan xwest çarenûsa zarokên wan zû zelal bibe û hemû dîlgirtî serbest werin berdan. Her wiha diyar kirin ku aramî di jiyana wan de çênabe heyanî ku zarokên wan vegerin.
Xwepêşandanan anî ziman ku divê aliyên têkildar mirovî û qanûnî li ser dosya dîlgirtiyan bixebitin û dîlgirtiyan di demeke kin de serbest berdin.

