Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzan di hemleyeke ewlekariyê ya berfireh de di 4’ê Kanûnê de li taxên kantona Reqayê 40 çete girtine û çek û kelûpelên bi wan re desteser kirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji çeteyên girtî şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ’ê û yên “Ceyş Wetenî” yên dewleta Tirk a dagirker in.
Li gorî daxuyaniyê, çek û kelûpelên bi çeteyan re hatine desteserkirin wiha ne:
3 çekên kalaşnîkov.
90 guleyên kalaşnîkov.
3 dikanên kalaşnîkovê.
3 fîstanên 9 mm.
25 telefonên desta.
Laptop û tablet.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li şêniyan hat kirin ku di dema dîtina tevgerên biguman de yekser berê xwe bidin noqteyên ewlekariyê û li hejmarên têkildar bigerin.