Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Rojava gel li dijî êrîşan daket qadan: Li hemberî êrîşan berxwedanê mezin bikin
Rojava

Li Rojava gel li dijî êrîşan daket qadan: Li hemberî êrîşan berxwedanê mezin bikin

Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk daketin qadan û li dijî êrîşan peyama mezinkirina berxwedanê dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Bi hezaran koçberên Efrînê û welatiyên Şehbayê yên Kantona Şehbayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li dar xistin.

ŞEHBA

Çalakî ji qada Bazarê dest pê kir û ber bi çerxerêya Zeytûn ve bi rê ket. Li wir endamê Meclîsa bajarê Til Rifetê Reşîf Fetko êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan bi tundî şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan û fikrên Rêber Apo nû kir.

Endama Meclîsa bajarokê Şêrewa Medîha Şêx Xelîl hevdîtina Rêber Apo bi malbata wî re pîroz kir, şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û sîxurên ku xwe ji bo pereyan firotine dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Çalakî ji gundê Babinisê dest pê kir û ber bi qada Siwaqa ya bajarokê Fafînê ve bi rê ket. Li wir endamê Meclîsa Kampa Berxwedan Şoreş Îsa komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, êrîşên li dijî herêmê şermezar kirin.

Endama Meclîsa bajarokê Fafînê Meryem Saxir destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê dikevin xana sûcên şer.

Li gundê Kefer Qaris, koçberên Efrînê, şêniyên bajarokê Ehresê û kampa Serdem bi çalakiyekê êrîş şermezar kirin.

Hevserokê Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo, soza domandina berxwedanê li ser şopa Rêber Apo nû kir û diyar kir ku çareseriyên hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ne. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce Îbo diyar kir ku Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkan e û got: “Dagirkeriya Tirk hevdîtina Rêbertî bi malbata wî re qebûl nekir, berê xwe da hedefgirtina sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

SAZÎ Û RÊXISTINAN BERTEK NÎŞAN DAN

Rêxistin û meclîsên Civaka Demokratîk ên kantonên Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê, Civaka Jinê ya Zenûbiya û malbatên şehîdan bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û tekezî li ser yekîtiya li dijî dagirkeriyê kirin.

Rêxistin û meclîsên Civaka Demokratîk, Civaka Jinê ya Zenûbiya û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

DÊRAZOR

Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantonê Sece El Hiwêdî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li hêz û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku van êrîşan bi dawî bikin û sînorekê ji dewleta Tirk a dagirker re deynin û got: “Em ê parastina xwe ya rewa bidomînin. Em ê bi nirxên xwe yên demokratîk ve girêdayî bin. Têkoşîna me ji bo pêşerojeke ewle û îstîqrar e.”

Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev şer, şerê qirkirina hemû gelan û pêkhateyan e. Ev êrîş dikevin xana sûcên şer.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku li hemberî herêmê xwedî berpirsiyarî bin.

TEBQA

Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser binesaziya herêmê şermezar kirin û gotin, “Ev êrîş nikarin vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkînin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê axa xwe biparêzin.”

REQA

Di heman çarçoveyê de gelê Kantona Reqayê li ber Nexweşxaneya Zarokan bi meşeke girseyî êrîş şermezar kirin. Meşa ku li vir destpê kir heta Qada Jina Azad berdewam kir. Endama Meclîsa Jinê ya Zenûbiya Îsra El Hesen li vir axivî û bertekên xwe yên li hemberî êrîşan anî ziman.

Hevserokê Komeleya Endezyarên Reqayê Seîd Mistefa jî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê ji bo wêrankirina herêmê ye. Mistefa bang li hêzên navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxa Ebdî êrîşên li ser projeya demokratîk a herêmê şermezar kir.

Desteya Malbatên Şehîdan û Şehîdan a Kantona Reqayê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşan da. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a Desteyê Ebîr Hac Ebdullah ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û saziyên hiqûqî hat kirin ku dest ji van sûcan berdin.

MINBIC

Li Kantona Minbicê, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hedefgirtina jinan, zarokan û binesaziya herêmê rûyê rastîn ê dewleta Tirk a dagirker e.

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantonê bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî herêmê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş sûcên şer û dermirovî ne.

Rêxistinên Civaka Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan ên kantonê jî bi daxuyaniyên cuda êrîşên li dijî herêmê yên bi armanca pêkanîna projeyên dagirkeriyê û qirkirina gelan ku di encamê de metirsiyê didin seranserî xaka Sûriyeyê, şermezar kirin.

Di dawiya daxuyaniyan de hat gotin ew ê bi hevgirtinê êrîş û planên dagirkeriyê têk bibin.

GELÊ TIRBESPIYÊ: NIKARIN VÎNA ME BIŞKÎNIN

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê şermezar kirin.

Çalakiya şermezarkirinê ya ku li ber Şaredariya Gel dest pê kir, ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil ve dewam kir. Endama Kongra Star Xaliye Eyûb li vir axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina binesazî û çavkaniyên jiyanê yên herêmê hewl dide vîna gelê herêmê bişkîne û tolê hilîne.

Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajêr Nalîn Hisên jî diyar kir ku pêkhateyên herêmê wê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin û got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker nikare yekîtî û hevgirtina me têk bibe. Em ê hemû komployan vala derxin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Minbicê parastina meşrû: 5 baregeh hatin hedefgirtin
Nûçeya Pişt re KCK: Tevgera me wê pêvajoya ku Rêber Apo pêş bixe esas bigire
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 2’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên YPJ-YPG: Berxwedan jiyan e heval!

Li Hesekê ku gel li tax û kolanên xwe nobedê digire, şervanên QSD û YPJ…

Ji aliyê Stêrk TV

Cengîz Çîçek: Em ê rê nedin van lîstikan

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek diyar kir ku operasyonên hem li dijî HDK'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gazî Egîd Efrîn: Ji bo me rêya şehîdan esas e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?