Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gazî Egîd Efrîn: Ji bo me rêya şehîdan esas e
Rojava

Gazî Egîd Efrîn: Ji bo me rêya şehîdan esas e

Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn diyar kir ku şehîdan ji bo wan nexşerêyek diyar kirin û got, “Ev rê ji bo me esas e. Em minetdar û deyndarên şehîdên xwe ne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gaziyê şer û yek ji rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn têkildarî şehadetên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê axivî. Egîd diyar kirku dema dikevin ser rêya têkoşînê dizanin şehadet heye û got, “Ev di aqil û hişê her şervanekî re derbas dibe. Her şehîdek peyamekê dide me, rêyekê nîşanî me dide û barê me girantir dike. Şehadeta heval Sîpan ev nîşanî me da. Hinek hêz dixwazin rê li ber siyaseta Kurd bibirin. Hewl didin timî me bikişînin nav şer û me ji siyasetê dûr bixin. Naxwazin cih û statuyeke bi rûmet a gelê Kurd li dinyayê hebe. Em weke gelê Kurd îro xwedî aqilekî pir mezin in. Kurd zana ne û rêya xwe diyar kirine. Nayên lîstikên qirêj. Bala xwe bidinê ev bûyer kengî pêk tên? Dema hinek gavên berbiçav di navbera me û hikûmetê, dewletê yan jî bi şêwazên cuda tên avêtin bûyerên wisa dikin.”

Egîd Efrîn têkildarî êrîşên li hember şervanan jî ev anî ziman, “Cara berê dema hinek pêşketin çêbûn êrîşî Lîwaya Qamişlo kirin. Vê carê piştî ku rayedarên me li Şamê statuya gelê Kurd nîqaş dikirin û siyaseta gelê Kurd li ser maseyê bû bûyerên wisa dikin. Her wiha bûyerên wer ji rêzê jî nakin. Dest diavêjin malbatên bi dehan şehîdên xwe hene. Şervanên bi salan di nav têkoşînê de ji bo kerameta gelê xwe şer kirine dikin hedef. Van dîmenên hov jî li ser medya civakî belav dikin. Bi vî awayî dixwazin bi hestên gelê me bilîzin da ku bi zorê me bikişînin nav şer û lîstikan. Vê ji bo em di siyasetê de cihê xwe negirin dikin.”

‘ÊDÎ KES NIKARE PÊŞIYA STATUYA KURDAN BIGIRE’

Efrîn anî ziman gelê Kurd ji bo weke her neteweyê cihekî xwe yê bi rûmet li cîhanê hebe gelek berdêl dane û wiha berdewam kir, “Me şer kir ji bo rê li ber siyaseta Kurd vebe. Îro ya tê meşandin jî ev siyaset e. Li hemû welatan  statuya gelê Kurd di nîqaşê de ye. Êdî kes nikare rê li pêşiya vê bigire. Lê dixwazin bi zextan me ji vê dûr bixin. Di bin navê çi de vê dikin? Dibêjin, ‘Newêrin şer bikin, ji şer ditirsin.’ Divê gelê me di vê mijarê de pir baldar be. Milletekî di her malbateke xwe de şehîd hene çawa wê ji şer bitirse? Me nîvê temenê xwe di nav şerên pir giran de derbas kir. Ti derdekî me yê em ji cîhanê re îspat bikin ku em ji şer ditirsin yan na, nîne. Yên şer nekirine û şer nedîtine bila kerem bikin biçin şer bikin. Eger pêwîst bike ji bo berjewendiyên gelê xwe em ê dîsa jî şer bikin. Lê îro şerekî çekdarî ne di xizmet û berjewendiyên gelê me de ye.”

‘ŞEHÎDAN JI BO ME NEXŞERÊYEK DIYAR KIRIN’

Egîd Efrîn axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Di roja me ya îro de gelê Kurd bi saya fikir û ramanên Rêber Apo xwedî hêzeke mezin e. Dikare hemû komplo, êrîş û lîstikan pûç bike. Ji ber gelê me pir berdêl, ked û ewladên xwe yên herî qedirbilind ji bo şoreşê dan. Lewma divê li hember xêrnexwazan em gelekî hişyar bin. Gelê me bi her awayî heq kiriye ku weke her neteweyê xwedî heq û statu be. Bila gelê me û malbatên me yên şehîdan piştrast bin. Şehîdan ji bo me nexşerêyek diyar kirin. Ev rê ji bo me esas e. Em minetdar û deyndarên şehîdên xwe ne. Ji bo em xeyalên wan û doza ji bo vê canê xwe dan bigihînin serketinê çi ji destên me were em ê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Rêwiyek li ser rêya azadiyê…
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlise ya 61 salî serlêdan hat kirin

Parêzeran ji bo Muhlise Karagüzel (61) ya li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol krîtîk e

Rewşa rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û hatibû entubekirin, krîtîk e.

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser sînorê Sistan-Belucistanê şer: 7 kes mirin

Medyaya dewleta Îranê ragihand ku di operasyoneke li eyaleta Sistan-Belucistan a li başûrêrojhilatê welêt de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?