Li gor agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirov a Hana û Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belavkirine, di rojên borî de li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê 9 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan kesan nediyare.
Hatiye gotin ku kesên hatine binçavkirin bêyî fermana dadwer hatine binçavkirin û di dema binçavkirinê de êşkence li wan hatiye kirin.
Li gor heman çavkaniyê navên kesên hatine binçavkirin wihane; Şaho Haşim Pur, Tahir Bapîran, Siyamend Îsmaîlî, Hejar Turecî, Rizgar Xwanpaye, Hisên Haciyan Îlma Îmanî, Suhêl Parkerzanî û Resûl Yadyar.

