Sêşem, 2 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yavûz: Sererastkirinên hiqûqî divê êdî bêne kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Yên ku baweriya wan bi aştiyê nîn e, bila li hincetan negerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Ev pêvajo dê deriyê serdemeke nû veke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welat Esen piştî 31 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser Mehmet Saît Yildirim cezayê darvekirinê tê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bûyera gundê Lacanê çawa dest pê kir û sedem çi ye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Raperînê herî kêm 2 hezar ciwan koçî dervey welêt kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Şengalê cenazeyê şehîd Kerîm hate veşartin
Kurdistan

Li Şengalê cenazeyê şehîd Kerîm hate veşartin

Cenazeyê Kerîm Hecî Şero ku duh di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Duh di encama bombebarana balefira bê mirov û biçek dewleta Tirk a dagirker de ciwanê Êzidî yê bi navê Kerîm Hecî Şero şehîd bû. Ji bo şehîd îro li Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Cenazeyê şehîd di saetên sibehê de ji nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û piştî rêûresmên olî ya li mala şehîd, bi karwana wesayitan ji Sinûnê ber bi şehîdhegê ve hate birin. Bi sedan kes ji xelkê Şengalê, malbatên şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi taybet jî ciwanên Êzidî bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘tolhildan’ cenazeyê şehîd birin şehîdgehê.

Li şehîdgehê ji bo şehîd merasîmek girseyî hate lidarxistin. Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftinan berdewam kir. Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Hisên di destpêka merasîmê de axivî û got: “Dixwazin pêşeng û qehremanên vê civakê nehêlin û vê civakê tine bikin. Her demekî ku civaka Êzidî xwe li ser lingên xwe ragirtiye û kariye azadiya xwe bidest bixe van êrişên tirsonek û nemerdane tînin ser Çiyayê Şengalê. Yên ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ferman li ser civaka Êzidî rakirin neviyên Osmaniyan bûn, neviyên dewleta Tirk a dagirker bûn. Ne Iraq ne jî Sûriye nekarî wekî xelkê Şengalê li ber xwe bidin û DAÎŞ’ê bişkînin.”

Azad Hisên bibîrxist ku civaka Êzidî û gelên Şengalê amadekariya pîrozbahiyên salvegera rizgarkirina Şengalê dikirin û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk baş dizane çawa derbeyên mezin bi destê civaka me li DAÎŞ’ê hatiye xistin. Di salvegera rizgarkirina Şengalê de êrîşî wesayîtek girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin. Bila dinya baş zanibe bi şehîdek em lawaz nakevin, kîna me li hemberî dijmin mezintir dibe û em xurtir dibin.”

Piştre Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî. Nayîf Şemo da zanîn ku ciwanê şehîd Kerîm Hecî Şero xelkê Tilezêrê bû û ji eşîra Korkorka bû. Nayîf Şemo anî ziman ku êdî navê şehîd emanetê civaka Êzidî ye û got: “Hedefa dijmin ne tenê xortekî Êzidî ye, hedefa dijmin şikandina îradeya civaka me ye. Hesabê wan ewe ku îradeya me bişkînin lê ew nizanin em bi her şehîdekî xurtir dibin. Her dar û kevirekî Çiyayê Şengalê bi navê şehîdên me ne. Em soz didin hemû şehîdên xwe, emê rêya wan bişopînin. Egîd û xweşmêr hene ku navê şehîd rakin.’’

Endama Koordînasyona TAJÊ Dayê Neam jî destnîşan kir ku dijmin dixwaze civaka Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê tasfiye bike û hêrs û helwesta civaka Êzidî wiha anî ser ziman: “Dijmin çi jî bike nikare îradeya me bişkîne û nikarin bi şehîdan gav bi me paşve bidin avêtin. Wê ti carî xewn û xeyala dijmin pêk neyê. Dijmin niha dixwaze heyfa DAÎŞ’ê ji me bibe. Em hatine rêxistinkirin, em hatine perwerdekirin, em ti carî dest ji vê îradeyê bernadin. Emê berxwedana xwe berdewam bikin û her dem li pey şopa şehîdên xwe bin. Em bi şehîdan bi hêz dibin, xurt dibin.”

Di merasîmê de herî dawî bavê şehîd Hecî Şero peyameke kurt li ser navê malbatê da û wiha got: “Dema ez hatim merasîmê û min ev xelk û xwedîderketina wan a li şehîd dît, wekî ku min şehîd biriye malê. Bila ew jî bibe şehîdê keç û xortên ku beriya niha gihîştine asta şehadetê.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ hate veşartin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Temellî: Rakirina tecrîdê mijareke girîng e
Nûçeya Pişt re Berxwedana li Xelfetiyê di roja 8’an de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Liverpoolê Şeva Çanda Kurd

Li bajarê Qraliyeta Yekgirtî, Liverpoolê civaka Kurd merasîma şeva çandî lidar xist. Li bajêr eleqeyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Bêhna bavê min ji te tê

Qet ji bîra min naçe, got, “Hêzek cuda di te de heye, tu bi vê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Etîyopyayê kolera bi lez belav dibe: Zêdeyî 30 kes mirin

Bijîjkên Sînoran Nasnakin (MSF) ragihand ku li rojavayê Etîyopyayê herî kêm 31 kes ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Yavûz: Sererastkirinên hiqûqî divê êdî bêne kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Erdogan: Ev pêvajo dê deriyê serdemeke nû veke

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên hikûmeta demkî kesek qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?