Hevdîtinên rasterast di navbera Îran û Amerîkayê de cara pêşî di 12’ê Nîsanê de dest pê kiribûn, di demekê de ku Trump helwesteke tund li hember Îranê (herweha welatên din) digirt. Bi balkişandina li ser stratejiyek “zexta herî zêde”, wî xwest ku Tehranê bi dubendiyekê re rû bi rû bimîne: an peymanek ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve hatî ferman kirin bi sînorkirinên berfireh qebûl bike an jî rûbirûyê êrişên leşkerî bibe.
Nêzîkatiya bi zorê û zimanê zorê ne tiştekî nû ye. Serokên berê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî retorîkên bi vî rengî bikar anîn. Lê belê, çawa ku bertekên berê yên Îranê nîşan da, di nav derûnnasiya siyasî ya welat û meta-goftûgoya şoreşa îslamî ya ku qalibên siyaseta derve ya Îranê çêdike, zimanê zorê di bingeh de nayê qebûlkirin.
Ji ber vê yekê jî fikra ku Îran ji tirsa gefan bi Amerîkayê re ketiye nava danûstandinan, di bingehê xwe de şaş e, ji ber ku berê jî ev gef hebûn. Îran baş dizane ku îhtîmala Trump bi Komara Îslamî re têkeve şerekî giranbuha û dirêj pir lawaze. Tehran bi awayekî pragmatîk bi danûstandinan razî bû li ser bingeha wê baweriyê ku dîplomasî tekane çareseriya guncaw e ji bo pirsgirêka nukleerî. Li gorî psîkolojiya Trump a ku hewce dike ku destkeftiyên xwe nîşan bide, Tehran bawer dike ku ew dikare tawîzên wekî yên di Plana Berfireh a Çalakiya Hevbeş a 2015’an de (JCPOA) di berdêla kêmkirina zextê de bide. Ev bi taybetî girîng e ji ber ku meha Tebaxê ji bo aktîfkirina mekanîzmaya bi zimanê Trump ‘’snapback’’ (paşvekişandin) demek krîtîk nîşan dide. Gihîştina lihevkirinek bi Trump re dikare rê li ber aktîvkirina mekanîzmayê û encamên wê yên neyînî bigire.
Lêbelê, ev senaryoyek xweşbîn e. Ger Trump li ser nêzîkatiyeke tund û ferzkirina peymaneke bi zorê li ser Îranê israr bike, wê demê ti rêkeftin çênabe. Di senaryoyek wiha de, rewş ne tenê ji bo Îranê, belkî ji bo Amerîka û herêmê bi giştî dê dijwartir bibe û metirsiya şer û pevçûnan zêde bibe. Ji bo gihîştina peymanek bikêr, divê du prensîbên bingehîn li ber çavan bên girtin. Yekem, tawîzên hevdu di çarçoveya peymaneke hevseng de. Ya duyemîn jî dev ji zimanê zorê berdin. Îhmalkirina van her du pêşmercên sereke pirsgirêk pir aloz kiriye, lewra ev zêdetirî du dehsalan bêçareserî dimîne.
Faktorek din a ku dê çareserkirina pirsa nukleerî aloz bike, hebûna daxwazên bêbingeh ji Îranê ye, ji wan hewldana girêdana dosya nukleerî bi siyasetên navçeyî yên vî welatî an jî bernameya mûşekî ya wî welatî. Îranê gelek caran gotiye ku ew pêwendiyeke wiha qebûl nake û bernameya xwe ya mûşekî wek amûrê muzakere nabîne. Îran xwedî îradeya siyasî ye ku pirsgirêkê çareser bike, lê astengên sereke Îsraîl û dewleta kûr a li Amerîkayê xuya dike. Digel ku em naxwazin reşbîn bin jî, xuya ye ku Trump îradeya qebûlkirina du şertên Îranê û derbaskirina hem daxwazên şerxwaz ên Îsraîlê û hem jî projeya dewleta kûr a Amerîkayê ya nîşankirina Îranê wek dijmin tune ye.
Tevî bêbaweriya xwe ya bi Amerîkayê re, Îran bi hêviyeke geşbîniyê ket nav gotûbêjan û xwest ku mafên xwe yên nukleerî bidest bixe û civaka navneteweyî di vê mijarê de zelal bike. Li gorî vê yekê, temaşevanên Îranê li van danûstandinan ne tenê Amerîka, belkî civaka navdewletî bi giştî ye. Armanca Îranê ew e ku nîşan bide ku dîplomasiyê û diyalogê weke rêbaza herî bibandor û lihevkirinê weke encama herî xwestî dibîne.
Danûstandinên rasterast di navbera Îran û Amerîkayê de derfetê dide ku van şert û mercan wek prensîbên bingehîn ji bo çareserkirina pirsgirêkê binirxînin. Eger bên naskirin, wê demê hêviyek ji bo çareser kirina pirsgirêkê heye, lê eger guh nede wan, bêguman wê pirsgirêk hîn aloztir û dijwartir bibe.