Li Stenbol û Dêrsimê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de endamên Federasyona Meclisên Ciwanên Sosyalîst (SMF) û sempatîzanên wan jî di nav de herî kêm 3 kes bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de Metîn Keleş, Îsa Yalçin û Sînan Yalçin hatin binçavkirin. Li Dêrsimê jî Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya bajar Yaprak Kurban hate binçavkirin.
Hat zanîn ku hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re ji bo 24 saetan hatiye astengkirin û di dosyayê de biryara nepeniyê heye.
Li Stenbol û Dersimê 4 kes hatin girtin
Di serdegirtinên malan ên li Stenbol û Dêrsimê de herî kêm 4 kes bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” htain binçavkirin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

