Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê, li Qada Beyoglu-Şişhane şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta “Rejîma qeyûman derbeya li vîna gel e. Rawestînin” hat hilgirtin û dirûşmeyên “Qeyûm wê biçin, em ê bimînin” û “Bijî berxwedana Dersimê” hatin berzkirin.
Gelek kes, nûnerên gelek partî û dezgehên siyasî jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Stenbolê Asalettîn Arslanoglû daxuyanî xwend. Arslanoglû bal kişand ser têkçûna AKP-MHP’ê ya di hilbijartinê û plana desteserkirina şaredariyan û got, ” Rejîma qeyûman berî her tiştî derbeya li vîna hilbijêran e. Rejîma qeyûman tê wateya rawestandina demokrasî û hiqûqê. Weke Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê em rejîma qeyûm a ku ji aliyê desthilatê ve hatiye ferzkirin qebûl nakin. Em ê ji têkoşîna xwe ya li dijî derbeya qeyûman paşve gav navêjin. Heta em bi ser bikevin em ê berxwedana xwe bidomînin.”
‘GELÊ DERSÎMÊ WÊ BERXWEDANA BIDOMÎNE’
Piştre Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivî. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku kesên ku qeyûm tayîn kirine nikarin bibin nûnerên gel û got, “Gelê Dersîmê ji Seyît Riza û vir ve xwe ji berxwedan û têkoşînê dûr nexistiye û wê berxwedana xwe bidomîne. Dersîm dîsa li ber xwe dide û dibêje ‘hûn nikarin hevşaredaran ji kar derxînin’. Li tevahiya Tirkiyeyê gel li dijî darbeya qeyûman li ber xwe dide.”
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê yê Stenbolê Mehmet Aslan jî got, “Yê ku bi hilbijartinê hatine, divê bi hilbijartinê biçin. Divê her kes vîna gel nas bike. Em ji qeyûman re dibêjin na.”
Parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan jî got, “Eger welatekî tiştekî ku hûn bidin kedkaran nemabe, hûn ê mafên demokratîk ên wî gelî bin pê bikin. Desthilata qesrê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne pişta xwe bi qeyûman ve girêdaye. Yên ku vîna gelê Kurd nas nakin hûn in. Yên ku xwişk û biratiya gelan xera dikin hûn in.”
‘BERXWEDANA ME WÊ BÊNAVBER BIDOME’
Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî diyar kir ku berxwedana li dijî qeyûman mafekî rewa ye û got, “Berxwedana li Dersim, Pulur, Êlih, Mêrdîn, Esenyûrt û Colemêrgê wê bênavber bidomin. Desthilat hemû mafên vî welatî desteser dike û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hemû derfetan ji şer û tundiyê re vediqetîne. Ev darbekar hewl didin ku mafê dengdanê û hilbijartinê destser bikin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku li ber xwe bidin.”
‘EM Ê SIBÊ BIÇIN DERSÎMÊ’
Serokê Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr jî diyar kir ku gelê Dersimê li dijî destserkirina vînê berxwedaneke mezin nîşan da û wiha got: “Gelê Dersimê vê yekê baş dizane; di 12’ê Îlonê de Waliyê Dersimê şaredartî kir û îro jî heman zîhniyet didome. Gelê Dersimê gelê bi rûmet e û li ber xwe dide. Em ê sibê saet di 17.00 de piştî daxuyaniya xwe ya li Kadikoyê ber bi Dersimê ve bi rê bikevin. Silav ji gelê Dersimê re.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.