Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya, bi piştgiriya hêzên navneteweyî vê carê mejiyekî cîhadîst û dijminê jinê li Sûriyeyê li ser desthilatdariyê hate danîn. Ev bûyera ku di meha dawî ya sala 2024’an de qewimî, li Sûriyeyê ji bo jinên ku salên dûr û dirêj di bin zext, zilm û komkujiyan de man, nîşan da ku tenê nav hatiye guhertin, lê tiştekî din nehatiye guhertin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya şoreşê de jinan destketiyên gelekî girîng bi dest xistin. Li gel enqaza giran a rejîma Baasê, li vê herêmê jin ji xweliyên xwe jinûve afirîn û cihê xwe di navenda şoreşê de girtin.
Bi destpêka sala 2025’an re jinên li Sûriyeyê ji xwe re kirin armanc ku têkoşînê weke her carê li seranserê welêt belav bikin, destketiyên jinan zêde bikin û jinan bikin navenda jiyanê.
Lê belê ev avaniya cîhadîst a li Sûriyeyê li ser desthilatdariyê hate danîn, bû yek ji astengiyên herî cidî li pêşiya vê armancê. HTŞ ku salek ji desthilatdariyê li pey xwe hişt, qet qala mafên jinan nekir; di rêveberiya veguhêz de jî cih neda jinan. Li Sûriyeyê li şûna kêmkirina komkujiyên jinan, tundiya li dijî jinê bêhtir teşwîq kir. Şadî El Veysî ku di rêveberiya veguhêz de ji bo Wezareta Edaletê hate tayînkirin, eşkere bû ku kujerekî jinan e. Lewma ev tablo hîn giran bû.
Valahiya ku li Sûriyeyê ji ber guhertina desthilatdariyê rû da, ji bo dewleta Tirk veguherî firsendê. Dewleta Tirk di sala 2025’an de êrişên li ser Sûriyeyê bi taybetî jî li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Hedefa destpêkê ya van êrişan jî jin bûn.
ÇILE
Du mehên pêşîn ên 2025’an bi berxwedana Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê derbas bûn. Jinan pêşengiya nobetên berxwedanê yên li Bendava Tişrînê kirin. Dewleta Tirk ji bo ku berxwedanê bişikîne, pir caran êrîş bir ser konvoyên ku diçûn nobetê.
Di 8’ê Çileyê de, di bombebarana li ser konvoya ku diçû Bendava Tişrînê de, yek ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Kerem Ehmed Şehabî El Hemed hat qetilkirin.
Di 11’ê Çileyê de, di êrîşeke li ser herêma Koçerat a Dêrikê de, yek ji rêveberên Kongra Star Şehnaz Omer hat qetilkirin.
Di 19’ê Çileyê de, Meclîsa Giştî ya PYD’ê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Bendava Tişrînê de, endama Meclîsa Giştî ya Partiyê û Hevseroka Ofîsa Qamişloyê Menîce Haco Heyder şehîd ketiye.
Di 22’yê Çileyê de, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku jina ciwan Ronîz Mihemed Elî ya ku di 15’ê Çileyê de di êrîşa li ser gelê li Bendava Tişrînê de giran birîndar bûbû, şehîd ketiye.
Di 24’ê Çileyê de, Fermandariya Giştî ya YPJ’ê eşkere kir ku di berxwedana li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Bendava Tişrînê de, Fermandar Arjîn Kobanê şehîd ketiye.
Jinan nerazîbûnên tund nîşanî beşdarbûna serçeteyê bi navê ‘Ebû Hatim Şaqra’ (kujerê Sekretera Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef) ya di merasîma ku Colanî xwe wekî Serokdewletê Sûriyeyê îlan kir de, dan.
SIBAT
Di 6’ê Sibatê de, roja duyemîn a Dadgeha Gelan a Rojava ku tê de sûcên dewleta Tirk dihatin darizandin, bi pêşkêşkirina delîlên der barê sûcên êşkence, komkujî û tecawizê yên li ser jinan dewam kir.
Di 12’ê Sibatê de li Qamişloyê bi hezaran jinan, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û bilêvkirina daxwaza azadiya Rêber Apo, bi dirûşma “Felsefeya Jin Jiyan Azadî Li Dijî Komployan Serdikeve” ji du milan ve meşek lidar xistin.
ADAR
Bi meha Adarê re çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê zêdetir bûn. Tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya xwe ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan diyar kirin û dest bi amadekariyên xwe yên ji bo sala 2025’an kirin. Di vê çarçoveyê de Platforma Çalakiya Hevpar a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya xwe ya çalakiyê bi dirûşmeya “Em bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Sûriyeyek demokratîk ava dikin” ragihand.
Di 8’ê Adarê de li kantonên Cîzîr, Firat, Reqa, Tebqa û Dêrazorê mitîngên fînalê hatin lidarxistin.
Konferansa 1’emîn a Jinên Kurd li Qamişloyê hat lidarxistin û di 23’yê Adarê de bi encamnameya 12 xalan bi dawî bû. Di encamnameyê de banga “Pêkanîna lezgîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya ku hêvî û daxwaza tevahiya civakê û jinên Kurd e” hat kirin.
Jinan di 21’ê Adarê de jî mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê xistin. Di pîrozbahiyên ku li gelek bajaran hatin lidarxistin de beşdarbûna bilind a jinan bal kişand. Di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê pêk hat de jinan xwedîderketina xwe ya li pêvajoyê û têkoşîna ji bo serketina wê danîn holê.
Platforma Çalakiya Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan di 24’ê Adarê de kampanyayek ji bo piştgiriya jinan li herêmên peravê yên Sûriyeyê bi dirûşmeya “Piştgiriya jinên Sûriyeyê ji bo rawestandina komkujiyên li dijî jinan li herêmên peravê bingehîn e” ragihand.
NÎSAN
4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina YPJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan bi coş hat pîrozkirin.
Nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên li Kurdistanê ji bo avakirina Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di 14’ê Nîsanê de civiyan.
GULAN
Bi hezaran jin bi pêşengiya Kongra Starê di 3’ê Gulanê de li Hesekê civiyan, daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û peyama “Heta ku Rêber Apo nebe, azadî û aramî nayê bidestxistin” dan.
Hatim Ebû Şeqra yê ku wekî kujerê Hevrîn Xelef tê nasîn û di 8’ê Gulanê de ji aliyê rejîma Şamê ve di qada leşkerî hat wezîfedarkirin, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyên hevpar hat protestokirin.
TÎRMEH
Di êrîşên 13’ê Tîrmehê yên hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de yên li ser Siwêdayê li dijî jinan sûc hatin kirin. Platforma Çalakiya Hevpar a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya jinên li Siwêdayê di 30’yê Tîrmehê de bi dirûşmeya “Bi hev re jinên li Siwêdayê ji qirkirinê biparêzin” kampanya dan destpêkirin.
19’ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Jinên Rojava bi taybetî rêxistinên jinan ve ji aliyê gelek beşan ve hat pîrozkirin.
Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Sara di dawiya Tîrmehê de kampanyaya “Îstîsmara cinsî sûc e, na ji veşartina wê re” da destpêkirin. Kampanyayê heta destpêka Cotmehê dewam kir.
TEBAX
Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3’yê Tebaxê salvegera 11’emîn a Qirkirina Şengalê de bal kişandin ser êrîşên li dijî jinên li Siwêdayê û banga destwerdan lezgîn li civaka navneteweyî kirin.
ÎLON
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18’ê Îlonê de bi Seroka Parlamenta Fransayê Yaël Braun-Pîvet, parlamenterên çepgir û nûnerên Partiya Kesk re civiya.
Kongra Star û Civaka Jinan a Zenûbiya konferansa bi navê “Yekîtiya jinan bingeha avakirina Sûriyeyeke nenavendî û yekgirtî ye” li Hesekê lidar xistin, di 20’ê Îlonê de bi dawî bû. Di nav de siyasetmedar, parêzer, rewşenbîr û çalakvanên ji bajarên cuda yên Sûriyeyê hebûn nêzîkî 700 jin beşdarî konferansê bûn.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22’ê Îlonê de li paytexta Elmanya Berlînê bi nûnerên Women For Women International re civiya. Şandeya jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser têkiliyên xwe yên li Ewropayê, bi gelek akademîsyenên Elman, Îranî, Kurd û rêxistinên mafên jinan ên li Elmanyayê re civiya. Şandeya Jinên Rojava, piştî ku li Elmanyayê hevdîtinên xwe temam kirin, bi parlamenter, rêxistinên civaka sivîl û gelê li Swîsreyê re civiya. Şandeya jinên Rojava piştî Elmanyayê, berê xwe da Swîsreyê û bi jinên Suryanî re civiya. Şandeya jinên Rojava, li Zurîchê bi rêxistinên jinan re civiya û ji bo çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê daxwaza hevgirtina navneteweyî kir. Şandeya jinan di panela ku li St. Gallen a Swîsreyê hat lidarxistin de bûyerên li Rojava, Sûriyeyê û rewşa jinan xistin rojeva xwe. Hewldanên dîplomatîk ên şandeyê bi civîna li bajarê Aarau ya Swîsreyê bi dawî bûn.
COTMEH
Di 2’ê Cotmehê de bi hevkariya Heyva Sor a Kurd, Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê û Weqfa Jinê ya Azad a Sûriyeyê bi dirûşma “Teşhîsa Zû, Jiyana Nû” kampanyayek hate destpêkirin.
Di 8’ê Cotmehê de Meclîsa Jinan a PYD’ê li dijî tundiya li jinê dest bi kampanyaya têkoşînê kir.
Bi hezaran jinên ji Kantona Cizîrê bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya çareserî û aştiyê ye” li bajarê Tirbespiyê meşek lidar xistin. Di meşê de Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin ku li dijî Rêber Apo hatibû kirin.
12’ê Cotmehê Kongra Star û Civata Jinê ya Zenûbiya bi dirûşma “Bi piştevaniya jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin” bi daxwaza avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad kampanyayek dan destpêkirin. Kampanya 12’ê Mijdarê bi dawî bû.
25’ê Cotmehê Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan bi dirûşma “Bi ruhê şehîdên azadiyê em demokrasî û aştiyê mayinde bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin” konferansa xwe ya 3’yemîn lidar xist.
Endama Koordînasyona Efrîn-Şehbayê ya Kongra Star Hêvî Silêman ku salên dûr û dirêj ji bo gel û jinên Kurd xizmet kir û li ber xwe da, ji ber nexweşiyekê di 28’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.
MIJDAR
5’ê Mijdarê YPJ û Meclîsa Jinan a PYD’ê li Kobanê bi sernavê “Di bin sîwana Yekîneyên Parastina Jinê ji bo azadî, edalet û wekheviyê yekîtiya jinên Sûriyeyî” komxebateke hevpar lidar xistin.
Di 8’ê Mijdarê de li Qamişloyê Konferansa 4’emîn a Yekîtiya Rojnamevanên Jin (YRJ) hate lidarxistin.
Di 15’ê Mijdarê de Platforma Çalakiyan a Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Ji bo dawîanîna li tundiyê em civakeke demokratîk û civakî bi hev re ava dikin” çalakiyek pêk anî.
16’ê Mijdarê Komîteya Jinan a Kantona Cizîrê bi wesîleya Roja Zarokan a Cîhanê (20’ê Mijdarê) bi armanca piştgiriya bi zarokan kampanyayek da destpêkirin.
Platforma Çalakiyan a Hevpar a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir. Platformê ragihand ku wê çalakiyên îsal bi dirûşma “Em bi hev re Jiyaneke Komunal û Demokratîk ava bikin, dawî li tundiyê bînin” pêk bîne.
25’ê Mijdarê li çar navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li bajarê Helebê di mîtîngên fînalê de peyamên “Li dijî mejiyê serwer em têkoşînê mezin bikin, wekheviyê pêk bînin” hatin dayin.
DI DESTHILATDARIYA HTŞ’Ê DE BI SEDAN JIN HATIN KUŞTIN
Ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve ku HTŞ a bi serkêşiya Colanî li Sûriyeyê li ser desthilatdariyê hate danîn, 29 jê zarok 650 jin ji ber bermahiyên şer, êrişên çekdarî, êrişên mezhebî, tundiya nava malbatê û tundiya civakî jiyana xwe ji dest dan. Bûyer herî zêde li bajarên Heleb, Şam, Hums, Hama, bejahiya Şamê, Dera, Tartûs, Qûneytra, Lazqiye, Siwêda û herêmên Dêrazorê yên di bin kontrola Şamê de ne, rû dan.
Heleb: 2 jê zarok 31 jin
Şam: Yek jê zarok 14 jin
Hums: 8 jê zarok 34 jin
Hama: 3 jê zarok 36 jin
Dera: 5 jê zarok 23 jin
Lazqiye: 16 jin
Dêrazor: 2 jê zarok 28 jin
Siwêda: 2 jê zarok, 34 jin
Bejahiya Şamê: Yek jêz arok 29 jin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 127 jin ji aliyê komên çekdar ên ser bi Hikumeta Veguhêz a Şamê ve hatin qetilkirin. Li gorî Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) jî tenê di komkujiyên li herêmên peravê de zêdeyî 100 jin hatin qetilkirin, li Siwêdayê jî 130 jin hatin kuştin.

