Pêncşem, 12 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Berxwedana Rojava careke din bandor li hemû cihanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kuran: Tevgera Azadiyê naverokeke sosyalîst da hebûna Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komploya navnetewî bi hedefgirtina paradîgmaya Tevgera Azadiyê berdewam dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Esra Soyaktaş cara sêyemîn hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo M. Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Talabanî û Barzanî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê bavek keça xwe ya 6 sal û nîv qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Sûriyeyê rewş û pêşeroja jinan hat nîqaşkirin
Rojava

Li Sûriyeyê rewş û pêşeroja jinan hat nîqaşkirin

Meclisa Jinên Sûriyeyê di komxebata ku li Qamişloyê li dar xist de rewş û pêşeroja jinan a di avakirina Sûriyeya nû de nirxandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rêxistin û komeleyên jinan, Desteya Jin, Kongra Star, kesayetên serbixwe, çalakvan, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), saziyên hiqûqî yên jinan li Navenda El Birc a Qamişloyê tevli komxebatê bûn.

Meclisa Jinan ji lidarxistina komxebatê armanc dike ku nêrîn û pêşniyarên jinan bigire û plansaziyekê çêbike.

 

Endama Komîteya Têkiliyan û Hevalbendiya Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed axivî û îşaret bi xetereyên li ser jinan kir û got divê destkeftiyên jinan û tevlêbûna wan di birêvebirina Sûriyeyê de ber bi pergaleke demokratîk ve bê parastin.

Rûken Ehmed bal kişand ser rewşa jinan a li herêmên dagirkirî û got li dijî jinan rojane sûcên dermirovî tên kirin.

Her wiha Rûken banga xurtkirina tevna civakî kir û got: “Metirsî hene ku pergala desthilatê li Sûriyeyê bibe îslamî, behsa polîsên exlaqê dikin, gelek bûyer çêbûne ku ji jinan hatiye xwestin ku bikevin hîcabê. Lewma divê em hewl bidin dewleteke pirreng a nenavendî ava bikin.”

Rûken anî ziman ku di vê pêvajoyê de û ji bo parastina destkeftiyên jinan, hevgirtin lazim e û projeya Rêveberiya Xweser ji bo jinên Sûriyeyî hêvî ye.

Piştî nîqaşkirina mijarên komxebatê, jinan nêrînên xwe der barê rêbaza tevlêbûna jinan di Sûriyeyê de parve kirin.

Li gorî pêşniyaran, divê hêzeke jinan hebe ku bikare mafên wan biparêze û azad be, divê hevpeymaneke siyasî ya jinan hebe ku bikarin bi rêya wê diyalogê bi hikumetê re bikin, divê lêvegereke jinan hebe, nexşerêyek bê danîn û li hevpeymanê zêde bikin, ji bo ku jinan û mafên wan biparêzin. Divê piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bê kirin.

Her wiha jinan bang kir ku her du zayend nûnertiya xwe di Sûriyeya pirreng a nenavendî de bikin û her yek ji wan rola xwe bilîze. Divê jin têkiliyê bi jinên Sûriyeyî re çêkin, divê mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de bên parastin. Divê rê li pêşiya şer û nîjadperestiyê bê girtin.

Têkoşîna li dijî tundiyê, çalakirina rola Meclisa Jinan a Sûriyeyê li tevahî bajarên Sûriyeyê, avakirina komîteya lêpirsînê û windahiyan, vekirina nivîsgehên jinan, belgekirina sûcên di girtîgehên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û hesab ji sûcdaran bê pirsîn, divê zîhniyeta baviksalar a ku jinan bi hinceta “namûsê” dikuje, bê guhertin û divê partiyeke jinan li ser asta Sûriyeyê bê avakirin û cihê xwe di dan û standinan de bigire.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê SÎHA’yeke dewleta Tirk a dagirker hate xistin
Nûçeya Pişt re Şêx Mûrşîd El Xeznewî: Divê em destketiyên xwe biparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HRE: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HRE’yê li Efrînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got, "Hevrêyê me Zagros heta nefesa xwe ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Banga Abdullah Ocalan rê nîşan dide!

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got, "Eger li meclîsê, li qadan, febrîqeyê, zeviyan krîz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hebîb: Sûriye bi feraseta yekperest nikare bê birêvebirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji Başûr karwaneke din a alîkariyê gihîşt Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêxmeqsûdê Kurdek hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanên Rojava bi ruhê seferberiyê bajarên xwe diparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?