Bi pêşengiya endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqa, Tebaq, Minbic û Dêrazorê, bi dehan jinên kantona Tebqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Paşerojê û endamên Hêzên Asayîşê-Jin, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Meş ji taxa Yekemîn (Ewele) a bajarê Tebqayê dest pê kir. Jinan dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Hilweşe faşîzma Tirk” berz kirin.
Jinan heya ber navenda Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a li taxa Duyemîn (Sanî) meşiyan. Li vir hevserokê Nivîsgeha Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Nayif li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan axivî.
El Nayîf got: “Ji bo piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em îro meşiyan.”
El Nayîf, diyar kir ku bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên bindest û jin ji zulmê û sitemkariyê rizgar bûne û got: “Jinan li ser şopa ramanên wî cihê xwe di tevahî qadan de girtine.”
El Nayîf, destnîşan kir ku jin li Dêrazor, Tebqa, Reqa û Minbicê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê mezin bikin. Di heman demê de, El Nayîf piştgiriya berxwedana YJA-Starê û HPG`ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, kir.
Her wiha El Nayîf, soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê bidest xistin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.