Çarşem, 17 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê berê yê FARC’ê: Zemîna hiqûqî nebe pêvajoyên aştiyê nameşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Em li benda destpêkirina pêvajoya derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FIFA’yê xelata alîgirên herî baş da alîgirên Zaxoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎHD’ê: Li Tîpa T a Êlihê binpêkirinên giran li dijî girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bang li Tehranê kir ku Nêrgiz Mihemedî berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Wanê civîna gel a mîna mîtîngê
Rojane

Li Wanê civîna gel a mîna mîtîngê

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Wanê civîna gel hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî civînê bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Wanê bi gel re civiya. Veysî Aktaş ku demek berê ji Girtîgeha Îmraliyê hatibû berdan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û vasîsê Rêber Apo Mazlum Dînç, parêzer Îbrahîm Bîlmez û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin weke axêver tevlî civînê bûn. Hevdîtin, li eywaneke bajêr hat lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Ji ber ku cih di eywanê de nebû, bi sedan kes li derve man.

Mêvan, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin û li eywanê postrekî mezin ê Rêber Apo yê bi nivîsa êdî ew welat dê bibe warê wan kesên ku aştî û jiyana demokratîk hem weke mafê xwe hem jî weke erk xwe dibînin” û pankarta “Israra di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de ye” hatin hilayîstin.

Demekî kin beriya destpêkirina civînê hate ragihandin ku Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaqê û endama YJA Starê Sema Roza jiyana xwe ji dest dane. Her du jinên têkoşer, bi Çerxa Şoreşê û dirûşma “Şehîd namirin” hatin bibîranîn.

Gulistan Sonukê diyar kir ku wan bi hezaran civîn lidarxistine û di civînan de li ser rêbazên pêşxistina pêvajoyê, statuya Kurdan, berpirsyartiya li dijî pêvajoyê û rêxistinbûnê sekinîne. Gulistan Sonukê, bal kişand ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan û got: “Piştî vê manînfestoyê ev saleke li ser çareseriyê nîqaş tên kirin. Di navbera du aliyên şer de aştî çêdibe. Sermuzakerevan Rêber Apo ye û li aliyê din jî dewlet heye. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê em civakeke demokratîk ava bikin. Rêbertiya me, hemû barê pêvajoyê li xwe girtiye. Divê em jî xwe bidin ber vî barî.”

Di berdewamê de Gulistan Sonukê anî ziman ku tişta herî girîng a Rêber Apo daniye pêşiya gel, meclis û komun in û got: “Rêbertî, pirsgirêka Kurd û çareseriya wê bi awayekî dîrokî digire dest. Pirsgirêka Kurd çawa giran bû, çawa gihişt vê astê di manînfestoyê de heye. Her wiha krîza dinya dijî û rêyên çareseriyê tê de hene. Dibêje ku pirsgirêkên di navbera civakê de, piştî xerabûna têkiliyên jin û mêran dest pê kiriye û heta roja me hatiye û kûr bûne. Gelek şoreş li cîhanê çêbûn lê ji ber ku rast fêm nekirin, tevek jî têk çûn. Ji ber ku civakekî jin tê de azad nebe, nikare azad bibe. Ji bo azadbûna civakê, ji ewil divê ev têkilî û pirsgirêka kûr were çareserkirin.”

Bi domdarî Gulistan Sonukê daxuyand ku nêzikatiya wan a li hemberî pêvajoya heyî gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em bikarin di vê pêvajoyê de erk û berpirsyartiyên xwe bicih bînin, wê demê ev pêvajo dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biencam bibe. Hewceye tevahiya têkoşîna me ji bo vê be. Di nava rojê de em her çi bikin, divê em ji bo serkeftina pêvajoyê bişêwirin. Rêber Apo ev 40 sal in ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşe. Gelek caran pêvajo heta merheleyekê hatin lê dewletê piştre têk bir. Lêbelê em îro bêhtir nêzî çareseriyê ne. Ji ber ku dewlet bi awayekî fermî vê pêvajoyê birêve dibe. Divêtin em jî ji bo serkeftina wê xwe birêxistin bikin û bi hêza xwe ya rêxistinkirî vê pêvajoyê bi ser bixin. Hewce ye her kes mala xwe veguherîne komunekê û ji biçûk heta mezin, her ferdek tê de cih bigire. Ji bo vê hêza me heye. Pêwîst dike ku her kes pirsgirêkên xwe bide aliyekî û bala xwe bide ser pêvajoyê.”

Gulistan Sonukê xwest her kes tevlî mitînga 4’ê Çileyê ya li Amedê bibe û axaftina xwe wiha xelas kir: “Em vê mitîngê ne wekî mitîngekî ji rêzê dibînin. Hewce dike ku her kes ji bo tevlîbûna mîtîngê bixebite.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li plaja Awûstralyayê êrîşa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
Nûçeya Pişt re Li Kerkûkê ji bo şehîd Çiyager Amed merasîma sersaxiyê hate lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DBP’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser ‘îradeya gel’ da

Hevserokên Giştî yên DBP'ê binçavkirina Ekrem Îmamoglû û gelek kesan şermezar kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan gelek zelal û eşkere ye

Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît a ku di heyeta ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

320 Êzidiyên li kampeke Dihokê vegeriyan Şengalê

Vegera koçberên Şengalî yên li kampên Başûrê Kurdistanê vê dema dawiyê zêde bûye. Hate ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fermandarê berê yê FARC’ê: Zemîna hiqûqî nebe pêvajoyên aştiyê nameşin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?