Duh di saetên siharê de li bajarê Wanê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin. Di operasyonan de hevserokê berê yê Wanê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Harun Okay û hevserokê berê yê bajêr ê HDP’ê, Serokê Konseya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Fîkret Dogan hatin binçavkirin. Rêxistina Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Di daxuyaniya li ber avahiya rêxistinê ya bajêr hatî dayîn de, dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin.
Rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Serdar Bozkurt daxuyanî xwend.
Bozkurt diyar kir ku kûmpaseke siyasî ya nû tê lîstin û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê li aliyekê qala aştiya hundir dike, li aliyê din qeyûm didomîne. Ev nêzîkatiya desthilatdariyê hem gefê li aştiya hundir, hem jî li aştiya civakî dixwe. Desthilatdariya AKP’ê di operasyona siyasî de, êrîşî Wanê dike.”