Şemî, 5 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li lojmanên leşkerî êrîşî karkerê ku formeya ‘Amedsporê’ li xwe kiribû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 100 aktîvîstan bang kir: Darvekirinan rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîvê şevê de bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Zapê operasyona şoreşgerî: 37 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Kurdistan

Li Zapê operasyona şoreşgerî: 37 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê 'Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan' lidar xistin. Di operasyonê de yek jê serpel 37 dagirker hatin cezakirin. Gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin. Gerîlayek jî şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh ên li ser operasyona şoreşgerî ya li Zapê eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“17’ê Sibatê saet di 12:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, li dijî dagirkerên ku li qadeke bingehîn a baregehê bi cih bûbûn, Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan hate lidarxistin. Di operasyona şoreşgerî de ku bi taktîka êrîşê hate destpêkirin, ji gelek baskan ve li çeperên dijmin hate xistin, çeper hatin têkbirin û bidestxistin. Hêza operasyonê ya profesyonel ku bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dijmin ve çû, bi lez qada baregehê ji dagirkeran stend, çû ser cenazeyên dagirkeran û dest danîn ser çekan. Piştî ku bombeavêj, roketên B-7 ên dagirkeran ji ser wan hatin rakirin, li dijî dagirkeran hatin bikaranîn. Tevî çekên hatin desteserkirin, malzemeyên dagirkeran, tevî kon û konteyniran, qada baregehê bi temamî hate şewitandin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku çûn ser cenazeyên dagirkeran, tespît kirin ku bi giştî 37 dagirker hatine cezakirin. Di heman demê de tespît kirin ku yek ji dagirkerên hatiye cezakirin serpel û fermandarên asta jêrîn in. Hêzên me dest danîn ser hin malzemeyên fermandarên dagirker.

ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de 15 çeper, 7 konteynir, cebilxaneyek, qadeke muhabere, qadeke çavdêriyê, 2 çekên A4, çekek bombeavêj, 2 sîstemên radar û 5 kamerayên mobesse bi temamî hatin îmhakirin.

ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN DESTESERKIRIN

Li ser dagirkerên hatin cezakirin 8 çekên MPT-55 ên ferdî, 8 şarjorên çekan ên MPT-55, 5 çekên otomatîk ên BKC, lûleyeke çeka otomatîk a BKC, 300 fîşekên çeka BKC, çekek bombeavêj a yekane, 3 çekên bombeavêj, tivineke sekvaniyê ya bi marka Bora, şarjor û malzemeyên wê, çekek bombeavêj a B-7, 2 çekên pompeyî, debanceyek, 8 kamerayên bi dûrbîn, 4 dûrbînên şevê, dûrbînek rojê, 11 dûrbînên çekê, 2 amûrên destnîşankirinê, cîhazeke bêtêl a mezin û akuya wê, 4 cîhazên bêtêl, 2 bombeavêj, 3 ronahiyên işaretkirinê, 3 kemînên wênegiriyê, 2 panelên enerjiyê, 2 kamerayên mobesse, 7 çavkaniya hêzê (powerbank), teleskopek, bataryayeke şarjê, kasekî leşkerî, 2 sensor, 3 telefon û çenteyek hatin desteserkirin.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de milîtanê leheng hevrêyê me Şervan ên bi ruhê fedaî tevlî bû, bi lehengî şer kir û şehîd bû.

DEWLETA TIRK DÎSA DEST BI DEREWAN KIR

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Dogan Viyan de derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin, windahiyên gelekî giran da, li girê ku weke qada baregehê bi kar dianîn hemû hêza wan tevî fermandarên wan hatin cezakirin, malzemeyên wan hatin desteserkirin, malzemeyên leşkerî yên mayî tevî cihê lê hatin şewitandin û îmhakirin. Artêşa dagirker tevî ku windahiyên giran da, bi saetan daxuyaniyek neda, piştre jî tenê diyar kir ku leşkerekî wan miriye, leşkerek jî birîndar bûye. Her wiha bi derewan destpêkê got 6 piştre jî got 8 gerîla şehîd bûne.

Di serî de gelên Tirkiyeyê û raya giştî divê zanibin ku di vê operasyona şoreşgerî de 37 leşkerên ku ji bo siyaseta şer a rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û ji bo berjewendiyên wan di şert û mercên zivistanê de bi ser çeperên gerîla ve hatine şandin, hatin cezakirin. Berpirsyarê vê yekê jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye, tevî ku hewl dide rastiyê veşêre û bi derewan cuda nîşan bide jî rastî bi vî rengî ye. Li Kurdistanê şerekî giran diqewime, çawa kuk beriya niha bi belgeyan rastiya vî şerî bi raya giştî re hate parvekirin, ji niha û pê ve jî wê belgeyên şer bêne parvekirin. Di vê operasyona şoreşgerî de berevajî îdîayên 8 windahiyên me nîne. Hevrêyê me Şervan bi lehengî şer kir û şehîd bû. Ji bilî vê ti windahiyên me û birîndarên me nîne. Rastî bi vî rengî ye.

OPERASYONA ŞOREŞGERÎ BERSIVA LI KOMPLOYÊ YE

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan di sala 26’an de bersiva li komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ye ku weke rojeke reş derbasî dîroka gelê me bû. Li dijî komploya navneteweyî ku armanca xwe tunekirina Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ye û qirkirina gelê Kurdistanê ye, gelê me, hevrêyên me yên li zindanan û gerîlayên me yên azadiyê bi berxwedana mezin a 25 salan komplo bêencam hiştine. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Dogan Viyan nîşan dide ku ev berxwedan wê di kîjan astê de dewam bike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwedî tecrûbe, biryardarî û hêza têrker e ku di sala 26’an de ya komployê, hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gulistan Kiliç Koçyîgît: Çi dibe bila bibe em ê vê meşê pêk bînin
Nûçeya Pişt re Nobeta Edaletê: Em tevlî Meşa Azadiyê bibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em aştiyeke bi rûmet dixwazin’

Afîfe Kartal ku keçeke wê şehîd bû, kurekî wê jî girtî ye, anî ziman ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokwezîrê Elmanyayê Merz têkildarî DYE’yê hişyarî da ciwanan

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz got, di şert û mercên heyî de ew ji ciwanên Elman…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamê Ewlehiya Hundirîn Mihemed Hiso Şehîd bû

Endamê Ewlehiya Hundirîn Mihemed Hiso, di bombebarana li dijî Bendava Tişrînê hat kirin de şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?