Bi boneya sala nû ya 2026ˊan Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî serdana nuqteyên leşkerî kir.
Mazlûm Ebdî sala nû li şervanan pîroz kir û spasiya fedakarî û spasiya şervanan li ser rol û fedakariyên wan ên parastina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Navenda Ragihandina QSDˊê wêneyek Mazlûm Ebdî ku di nava şervanên keç û xort de li nuqteyeke leşkerî rûniştiye parve kir.

