Li gorî nûçeya Rojnews’ê, beriya demek kurt Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Nûnerê Emerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack gihiştin Hewlêrê.
Tê ragihandin ku hevdîtin parçeyekî hewldanên dîplomatîk ên ji bo pêşîgirtina şereke muhtemel a navbera hêzên Hikûmeta Şamê ya Demkî û QSD’ê ye.

