Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Îzmîtê bi sernavê “Em di eksena kedê de li ser aştiyê diaxivin” civîn li dar xistin. Gelek jin ên ji rêxistinên jinan ên partiyên siyasî, rêxistinên ked û pîşeyî, sendîka û komeleyên jinan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de hate diyarkirin ku tevgera jinan li Tirkiyeyê di dîrokê de li dijî siyaseta şer aştî pêş xistiye. Jinan li ser xurtkirina zemîna hevpar a têkoşînê nîqaş kirin.
Beşdaran diyar kirin ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî. Di civînê de hat destnîşankirin ku aştiya civakî û mayînde bi beşdariya jinan pêkane û encamgirtina muzakereyan di berfirehkirina têkoşîna jinan de derbas dibe.
Jinên ku di civînê de axivîn diyar kirin ku di vê serdemê de hêza ku dikarin xwe bispêrênê mezinkirina hevgirtina jinan e. Jinan destnîşan kirin ku desthilat “bêqanûniyê” ferz dike û anîn ziman ku li cihê ku jin tê de cih negirin û muxalefeta civakî nekeve nava tevgerê, muxalefetek bihêz nikare derkeve holê.
Beşdaran da zanîn ku zimanê ku tundûtûjiyê diafirîne li ser civakê serdest e û girîngiya avakirina zimanekî aştiyê li dijî wê destnîşan kirin. Jinan diyar kirin ku mezinkirina têkoşînê parçeyek pêvajoya aştiyê ye û diyar kirin ku divê aştî bi destê siyasetmedaran tenê neyê hiştin û rêxistinkirina herêmî diyarker e.

