Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo civînek li dar xist. Civîn li avahiya partiyê bi beşdariya endamên meclisê pêk hat.
Piştî rêzgirtinê ji rêveberên Meclisa Jinan Cîhan Xelîl axivî û behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo kir.
Cîhan Xelîl diyar kir ku hebûna gelê Kurd rastiyek li ser rûyê erdê ye û got, gelê Kurd ji bo parastina nasname û mafên xwe her tim li ber xwe daye û ti carî şer nexwestiye, lê dewleta Tirk siyaseta qirkirina wê dimeşîne.
Cîhan Xelîl di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêber Apo ji destpêkê ve ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane tê dikoşe, lê dewleta Tirk wî di girtîgeha Îmraliyê de ragirtiye û siyasetên dijbertiya wî didomîne.
Cîhan Xelîl destnîşan kir ku tevî tecrîd û zextan jî ramanên Rêber Apo belav bûne û wiha pê de çû “Xeterî li ser gelê Kurd hîna dewam dikin. Êrîş beşek ji komployan e. 15’ê Sibatê bûye nîşaneya vê komployê û bandorên wê heya roja me ya îro dewam dikin.”
Cîhanê her wiha destnîşan kir ku bi saya têkoşîna Rêber Apo berxwedana gelê Kurd didome.
Cîhan Xelîl di dawiya axaftina xwe de banga, yekrêzê û helwesta hevpar û dûrketina ji nakokiyên partiyetî kir û got, yekitî rêya serketin û rêkbirina komployê ye.
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

