Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê şer û pevçûnên li dijî kantona Minbicê daxuyaniyek da.
‘GENERALÊN TIRK ÊRÎŞÊ KOORDÎNE DIKIN’
“Ji çend rojan ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêm û bajarên me, bi taybet di van 4 rojên dawîn de dewam dikin û zêde bûne. Bi hejmareke mezin û tevahî çekên nûjen û balafirên bêmirov ên bi destekdayîna dewleta Tirk a dagirker çeteyan êrîş kirin. Di vê êrîşê de bi dehan balafirên bêmirov cihên cuda hedef girtin. Ev êrîşa fireh bi perspektîfên general û efserên Tirkan pêk tên. Ji 4 rojan ve şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbên giran li çeteyan didin û êrîşên wan têk birin.
‘ÊRÎŞKAR WÊ POŞMAN BIBIN’
Di çarçoveya bersivdana van êrîşan de, hêzên me li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî qonaxa duyemîn bûn. Em ê rêbaz û taktîkên cuda bi kar bînin û em ê dijmin matmayî bikin û poşman bikin ku êrişî herêmên me kirine.
‘EM SOZA PARASTINA GELÊ XWE DIDIN’
Em Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi israr in ku bajarê xwe yê Minbicê bikin cihê hesabdayîna mezin a dagirkeriya Tirk û çeteyên wê. Ev çete û dizên hov ên ku nikarin li hember hêzên me şer bikin, tola xwe ji sivîlan hiltînin û destdirêjiyê li jin û zarokên herêmê dikin. Em ê van çeteyan li ser sûcên kirine ceza bikin. Em soz didin ku em ê bajar û gundewarên xwe ji van çeteyên hov û dewleta Tirk a dagirker biparêzin.”