Rêya herî baş a naskirina mirovekî ku dilê xwe daye heqîqetê, jiyana pê re ye. Jiyan jî parvekirin e. Parvekirin jî nirxekî mezin e ku mirovan zelal dike.
Cîhana ku em di nav de ne cîhaneke welê ye ku ji parvekirin, hevkarî û jiyana bi hev re direve. Halbûkî gava tovên destpêkê yên jiyanan civakî li vê cîhanê hate reşandin, mirov ne berjewendîperest bûn, ne despot bûn, ne hov bûn. Mirovên destpêkê, xusûsa destpêkê ya ku bi civakîbûnê re ji xwe re kir esas, hevparkirina hêza xwe bû. Jiyana xwe gihandin hev û bi vî rengî veguherîn hêzê. Û bêguman jiyan ne tenê ji bo xurtkirina xwe, jiyan. Jiyan welê hatibû hûnandin ku weke her kes hewcedarê hev bû; yek nebe ya din nedibû. Bi kurtasî şert û mercên jiyanê mirov gihand hev û jiyana herî hevpar a dîrokê bi xwe re anî. Em ji jiyana wê demê re çanda jiyanê ya neolîtîk dibêjin. Em bi hişmendiya pêşketî, bi teknîka pêşketî bêriya wê jiyanê dikin.
Ne tenê bêrî dikin; dema ku hinekî li xwe dinihêrin, li ciwanên bedew ên Kurd ên li serê çiyê dibihêrin, jiyana bi hev re ya gerdûnî û hevpar a di oxira amanceke hevpar û pak de yekser li ber çavê me dikeve. Mebesta min ew e ku jiyana li çiyê li ser sosyalîteyeke xurt, li ser komunalîteyê ava bûye. Ji ber vê yekê herikîna ber bi çiyê ve her tim dewam kiriye û ev herikîn ji çar aliyên Kurdistanê çêbûye. Rojhilatê Kurdistanê jî di vê mijarê de yek ji deverên girîng e.
Rojhilatê Kurdistanê ku deryayeke çand û baweriyê ye, weke cografya ji ber ku parçeyê destpêkê yê Kurdistanê ye ku ji aliyê hêzên serwer ve hate parçekirin, di dîrokê de malovanî ji gelek serhildanan re kiriye û têkoşerên azadiyê hembêz kiriye. Vê erdnîgariyê li gel zext, konsepta tinekirinê, darvekirin û zilmê, çand, zimanê Kurdîtiyê yê qedîm ê hezaran salî ji dest bernedaye. Vê cografyayê ku ji roja destpêkê ve hembêza xwe ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re vekir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re kir feslefeya jiyanê, ewladên xwe yên herî hêja tevlî nava têkoşînê kir û gelek berdêl da. Yek ji nûnerên bedew ên vê jiyana bedew, yek ji ewladên cewherî yê Rojhilatê Kurdistanê Aso Baran e.
Aso Baran li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz, dilsozê çand û kevneşopiya Kurdî ji dayik bû. Li gel malbata wî ji ber ku derdora wî jî dilsozê têkoşîna azadiyê bû û yekser di nava têkoşînê de bû, hîn ji bingehê ve bi kevneşopiyeke têkoşînê mezin bû. Li Kurdistanê rastiyeke dagirkeriyê heye. Wî bi xwe hem li dibistanê, hem li nava kar, li her qadê rastiy dijmin a ku bû sedema vê dagirkeriyê dît. Ti carî xwe li vê rewşê ranegirt; qebûl nekir ku li warê xwe di bin zextê de bimîne.
Lêgerînên wî hîn di wî temenî de destpê kir û weke her ciwanekî Kurd zû dest bi têkoşînê kir. Li herêmê di bin sîwana gelek fraksiyonên siyasî yên Rojhilatî de tevlî kar bû; lê ji ber ku armancên van fraksiyonan bi sînor û teng bûn, ji zemîna gel qut bûn, lêgerînên wî yên têkoşînê ber bi aliyekî din ve çû. Di vir de firsend dît ku fikrên Rêber Apo nas bike û hîn di kêliya destpêkê de gelekî bi bandor bû.
Her ku Rêbertî xwend, fêhm kir ku ji lîderên din ên Kurdan gelekî cuda ye. Her ku Rêber Apo nas kir kelecana wî zêde bû, biryardariya wî zelal bû. Ya ku bû wesîle ku Aso Rêber Apo ji nêz ve nas bike, Komploya Navneteweyî ya 1999’an bû ku ji aliyê gelê Kurd ve weke ‘Roja Reş’ hate pênasekirin û li Rojhilatê Kurdistanê bû zemîna serhildaneke mezin a bi hêrs. Di ti serdema dîrokê de ti gelî di vê astê de xwedî li Rêberekî derneketibû. Aso xwendina xwe zêde kir û sala 2003’an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ev yek di jiyana wî de bû rûpelekî nû.
Aso ku xwedî tevlîbûneke bi zanebûn bû, li nava refên grîla di perwerdeyên destpêkê de dît ku gerîla ne tenê hêzeke leşkerî ye ku gelê Kurdistanê diparêze; di heman demê de ji bo nasnameya Kurd li ser koka xwe ya dîrokî şîn bibe, bi aliyên xwe yên polîtîk û îdeolojîk tovên civakeke azad e. Aso bi saya kesayetiya xwe ya bi biryar û zane li her qadê bi rengekî çalak tevlî bû.
LI ZAGROSAN GERÎLATIYA DESTPÊKÊ
Di sala 2004’an de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwe ji bo Pêngava 1’ê Hezîranê amade dikirin ku weke “Pêngava 15’ê Tebaxê ya Duyemîn” hate pênasekirin. Li her qadê amadekariyeke berfireh hebû û hêzên gerîla ref bi ref vedigeriyan welêt. Wî bi xwe jî gelekî dixwest tevlî vê pêngava dîrokî bibe û wezîfeyên demê bi cih bîne. Lewma pêşniyar kir. Ji bo pêşniyarên wî bi cih bêne anîn û ji dijmin tolê hilîne, zanîbû ku divê xwe bigihîne asta profesyoneliyê. Ji ber vê yekê jî girîngiyeke mezin da perwerdeyên leşkerî û kete nava wê hewldanê ku xwe bi rengê herî baş amade bike.
Aso li Zagrosan beşdarî pratîka destpêkê ya gerîlatiyê bû, li vê derê bi nêzîkatiyên xwe yên bi pîvan û dîsîplîn encamên erênî bi dest xist. Ji bo li qadên cuda tevlî karên çapemeniyê bibe hate wezîfedarkirin. Aso ku xwedî ûslûbekî bi bandor û kûrahiyeke îdeolojîk, pratîkeke serketî bû, nirxên nû tevlî karên çapemeniyê kir. Piştî ku demekê li nava vî karî ma, di sala 2010’an de careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Aso xwest hesreta xwe ya ji çiyê re bi têkoşîneke hîn xurtir, bi tevlîbûneke bi coş û çalak pêk bîne. Şerê li dijî dagirkeriya Tirk ji xwe re kir yek ji armancên herî mezin û ji bo bigihêje vê armanca xwe timî xwe kûr kir.
Bi israr pêşniyar kir ku biçe qadên ji şerê giran û li gel vê yekê jî amadebûna li her deverê ji bo pêwîstiyan weke sekene bi pîvanî ya şoreşgeriya Apoyî pejirand. Jİ ber vê yekê jî ji ber hin pêwîstiyan neçar ma ku vê daxwaza xwe ji bo demekê taloq bike û karên çapemeniya azad li çiyayên Kurdistanê dewam bike. Di serî de Şehîd Qaism Engîn, Şehîd Dozdar Hemo, Şehîd Elî Kanîroj, Şehîd Arjîn Amed bi gelek milîtanên Apoyî yên hêja re li çiyê nûnertiya karên çapemeniya azad kir.
‘BI GERANDINA SEMAHÊ DIXWAZIM XWE BIGIHÎNIM XEYALÊN XWE YÊN ZAROKATIYÊ’
Aso ku li gel vê yekê xwedî kesayetiyekî piralî bû, di heman demê de ji aliyê wêjeyê ve jî gelekî jêhatî bû. Di helbestên xwe de rastiya têkoşînê, welatparêzî, dilsoziya bi xakê re û hişemendiya neteweyî bi xurtî vedigot.
Aso di vî karî de serketî bû, lê belê li gel vê yekê timî dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li wir têkoşînê dewam bike. Bi taybetî dixwest biçe Dersimê ku di zarokatiyê de serhildêriya wê, lehengiya wê bihîstibû. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe hîn bêhtir şareza kir. Di rapora xwe ya ji bo pêşniyara xwe de gotibû, “Li nava malbateke welatparêz ji dayik bûm. Diviyabû min dîroka welatê xwe zanîbûya. Di zarokatiyê de kekê min ji min re qala dîroka bi xwîn û berxwedêr a Kurdistanê dikir. Dema ku qala tepisandina berxwedanê dikir, gelekî bi bandor dibû. Berxwedan û lehengiya ku min herî zêde bihîst a Dersimê bû ku gelek leheng di berxwedanê de lê hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê Dersim ji bo min keleha berxwedêran, pêşenga serhildanan bû. Ev cografya ji bo min bûbû hesretek. Weke xeyala her zarokî, xeyala min jî Dersim bû. Ji bo jiyana li Dersimê min dixwest, ji kelehên Hewraman ên Merîwanê agirê Zerdeşt higirim û bi ELewiyan re li dora êgir semahê bigerînim û xwe bigihînim xeyalên xwe yên zarokatiyê.”
ÎRADEYA JI POLA
Ev pêşniyara wî ku ji bo wî xeyala zarokatiyê bû ji aliyê rêveberiya tevgera Apoyî ve hate qebûlkirin û ji bo hîn bi amadekarî û bi xurtî biçe welêt, li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan hate wezîfdarkirin. Bi kûrbûnên li vê derê xwe ji pratîka zehmet a Bakur re amade kir.
Aso ku xwedî îradeyeke ji pola, tevlîbûneke îdeolojîk û kesayetiyeke bi pîvan bû, li ser vê bingehê bi biryardariya meşandina şerê gel ê şoreşgerî li Bakurê Kurdistanê, li gel komek ji hevrêyên xwe ber bi Dersimê bi rê ket. Ji ber ku ber bi xeyala xwe ve gav diavêt, gelekî kelecanî bû. Dema gihîşt Dersimê, ji ber pêkanîna xeyala xwe ya zarokatiyê kêfxweş û şa bû. Ji kêliya destpêkê ve hewl da tevlî her karên li qadê bibe. Kêliyeke wî tine bû ku winda bike; ji ber ku dem ji bo wî dema gihandina têkoşînê li asta herî bilind bû. Ji bo soza ku da bi cih bîne û hêjayî şehîdan bibe, tevlî pratîkê bû.
Aso ku kete bin bandora xwezaya bêhempa ya Dersimê û welatparêziya gelê wê ku bi berxwedêriyê re bû yek, ji bo hêjayî têkoşîna vî gelî bibe her tim hewl da. Ew bû nîşaneya herÎ şênber a serpêhatiya têkoşîn û jiyanê ya ji Merîwanê heta bi çiyayên Dersimê. Li Dersimê jî karên çapemeniyê bi hesasiyeteke mezin meşand. Jiyan û têkoşîna hevrêyên xwe yên li vê derê kişand kamerayê û kir malê dîrokê.
Aso bi hevrêtiya xwe ya ji dil, jiyana xwe ya dilnizm û tevlîbûna xwe ya bi durustî dilsoziya bi rastiya şehîdan û Rêber Apo bêkêmasî bi cih anî. Di Tebaxa 2024’an de li Dersimê ku hesret û xeyala wî bû, gihîşt şehadetê û tevlî karwanê nemiran bû.
Lehengên weke Aso bi çek, fikir, kamera û pênûsa xwe li dijî dijmin li ber xwe dan. Yekane rêya biwatekirina berxwedana wan, li ser bingeha dilsoziya bi bîranînên wan; nîşandana sekneke hêjayî wan û têkoşînê ye.
* Ji endamên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel Aso Baran (Cabbar Kerîmî) di Tebaxa 2014’an de li Dersimê şehîd bû.

