Di dema Yekîtiya Sovyetê de, di propagandayên dewletê de taktîkek taybet dihat bi karanîn. Di axaftinên fermî û bernameyên nûçeyan de di çarçoveyeke çewt de gotinek dihat girtin û piştre bi dehan caran dihat bikaranîn. Encam, di hiş de tevlihevî avakirin bû û di dawiyê de mirov bi gelemperî bîryar didan ku yên li jor çêtir dizanin çi çîye û ti hewcadarîya wan tune bû ku destwerdanê bikin.
Îro li seranserê Kurdistanê manipulasyon û propogandayek pir bi kirêt û faşizane tê kirin. Dewleta tirk a faşist û qirker bi serkêşîya malbata Berzanî bi armanca ilhaqê ket axa Başûrê Kurdistan. Mirov gerek kor, lal û nezan be kû nebîne çawa her bostekî axa me dişewîtîne û dagir dike. Ev ne bese dest davêje mirîyên axa me jî. Ev yek bi hinceta kû PKK li wire dike û ûsa dixweze raya giştî û bi taybet jî gelê Kurdistanê bide bawer kirin. Ma ew der Enqereye? Ji Tv bigrin heta di hemû torên dijîtal de êrîşeke bê hempa li himber deskeftîyên Kurd û Kurdistanê heye. Ji xwe wek beşekî gel a kû xwe û dijminê naskirîye dizanin armanca wan çîye, lê beşek jî heye ji dijmin zêdetir, bi taybet yên kû qaşo ji xwera dibêjin ‘’Kurd’’ mirova matmayî dihêlin. Armanca we çîye? Hûn di xizmeta kê an kî da ne?
Kirasek li xwe kirine û dibêjin em welatparêzin û qaşo yekîtîya kurda diparêzin. Heger bi rastî jî hûn di berjewendîya gelê xweda ne çi derdê we bi tirka ketîye? Çima hûn valakirina gund û navçeyên kurd ji alîyê tirk û berzanîyan nabînin, lê heddê xwe dibînin parazvanên gel û rumetê bikin hincet. Çima hûn metirsîyên fermana 75’an kû bi destê Neçirvan Berzanî hatîye destpêkirin nabînin, lê hebûna yekîneyên parastina Şengalê wek tehdit dibînin. Herî dawî jî li Dihokê li ber mizgeftekî balonên bi ala tirka hat belav kirin, ma li wir jî PKK sucdare? Çima nayê femkirin kû ji tirka re mesele ne PKK ye mesele hebûna Kurd û Kurdistanê ye kû hertim ji wîre derd bû. Ew dewlet sonda tunekirina Kurda daye, îro balon belav dike sibê wê li ber her malekî ala xwe raxe, bi darê zorê zimanê tirkî ferz bike. Dest bavêje hemû rumetên me. Li ser goristanên me qaraqola çêdikin, sibê wê hemû abîdeyên me rakin û li ser wan abîdeyên kujerên zarokên Kurda deynin.
Pişti hilweşandina rejima Saddam hetta niha qaşo Başûrê Kurdistan di destê Kurdada ne. Lê ka herin binêrin rewşa kurda çawaye. Gel anîne astekî ûsa kû berîya dijminên xwe dikin, dibêjin wextê Saddam de azadî tunebû lê nan hebû, lê niha ne azadî heye ne jî nan. Ma di vir de jî PKK sucdare? Mala Berzanî bes tenê di berjewendîyên malbata xweda tevgerîyaye û her û her axa me firotîye ji neyaran re. Wek Kurd û bi taybet jî wek gelê Başûrê Kurdistan pêwîste em bibînin û fem bikin kû, bûyerên kû îro diqewîmin dişibin salên 90’î a Bakûrê Kurdistan. Bi hincetekî hatin û cîh bûn, piştre gund, navçe û bajaran vala kirin. Kuştinên faîlên wan ne dîyar xistin merîyetê, zarok, jin û ciwanan revandin û hêj aqubeta wan ne dîyare. Ziman, stran û cil û bergên me qedexe kirin.
Faşizm wek penceşêre hêdî hêdî tê û li laşê mirov xwe belav dike û dikûje. Hetta kû em vê metirsîyê nebînin em nikarin li hember wê têbikoşin. Dijmin heman dijmine û ti kiryarên wî ne hatine guhertin. Her bêdengî cesaret dide dijmin, doh Bakûr û Rojava bû, îro Başûre, sibê Rojhilate û wê biçe her Kurdekî dervayî welat jî. Tenê bi rihekî yekgirtî û bi helwesta Şerê Gel a Şoreşgerî em dikarin faşizmê têk bibin û pêşeroja xwe misoger bikin.