“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya DEM Partiyê di 3’yê Hezîranê de li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dabû destpêkirin, di 7’an de didome. Meşvanên ku di nav wan de Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî heye, gihîştin Geliyê Zapê. Koma Jinên Femînîst û şandeya Colemêrgê meşvanan li ber Pira Ciwanên Şoreşger pêşwazî kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Gulşen Kurt spasiya beşdarbûna her kesî kir. Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn axivî û got, “Meşa li dijî îradeya dagirkeriyê bandorek mezin kir. Îradeya gelê me ji aliyê qeyûman ve hat binpêkirin. Bi vê biryarê re siyaset xitimî. Heta ev desteserkirina îradeyê bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome. Desteserkirina Şaredariya Colemêrgê tê wateya desteserkirina hemû şaredariyan. Ji ber vê yekê em ê li dijî vê desteserkirinê bi gelê re têkoşîna xwe bidomînin.”
‘NIHA DEMA BÛYÎNA DENÎZAN E’
Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî ev tişt anî ziman: “Denîz Gezmiş û hevalên wî ji bo piştgiriya xwişk û biratiya gelê Kurd û têkoşîna Sakîneyan hatibûn vir. Wê demê pira Bogazîçiyê dihat çêkirin. Li hemberî wê Denîzan li vir pira xwişk û biratiyê ava kirin. Denîz ji bo ku kurd neyên qirkirin û tunekirin hatin vir. Êdî dem hatiye ku hemû Tirkiye bibe Denîz. Em ê bi vê têkoşîna ku me ji Denîzan dewr girtiye, faşîzmê rawestînin. Bijî xwişk û biratiya gelan.””
‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî wiha axivî: “Îradeya me du caran hat desteserkirin. Ev cara sêyemîn e ku heman rêbazê diceribînin. Em ê li dijî vê yekê bisekinin. Em ê ti carî vê yekê qebûl nekin. Ev 100 sal in îradeya Kurdan tine tê dîtin û pirsgirêka kurd bi vî awayî çareser nabe. Dibêje ew ê bi Serokkomar Esad re bicivin lê çareserî li Îmraliyê ye. Çi bikin jî wê nikaribin îradeya gelê Kurd bişkînin. Gelê me wê li her qadê berxwedana xwe mezin bike.”
Jinan li ser Pira Ciwanan pankart daliqandin û gelek caran bê navber dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Meşvan dawiyê dîsa ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.