Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Waliyê berê Tuncay Sonel ku delîlan tune kiribû, hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Parêzeran li Dersimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de nerazîbûn nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê ji bo jinan hemûyan firsendek e
Çand û Hûner

Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê ji bo jinan hemûyan firsendek e

Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê ya 10'emîn wê di 17'ê Nîsanê de li Qamişloyê bi çalakiyên cihêreng bê pîrozkirin. Endama Komîteya Amadekar Firyal Çolî anî ziman ku festîval ji bo jinan hemûyan firsendek e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê ya 10’emîn wê di 17’ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê bi dirûşma ‘Bi deng û rengê jinê ber bi hunera azad ve’ bê lidarxistin. Mîhrîcana îsal ku ji aliyê platformên jinan ve bi wesîleya 8’ê Adarê weke çalakiyekê hate destpêkirin, ji ber şert û mercên ewlekariyê yên îsal nekarî meha Adarê bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê dema mîhrîcanê guhert û 17’ê Nîsanê diyar kir. Mîhrîcana îsal wê bi rengekî cuda bê lidarxistin. Mîhrîcana ku her sal li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dihate lidarxistin, yekemcar wê li Parka Azadî ya Qamişloyê pêk were. Mîhrîcan wê 17’ê Nîsanê saet di 17:00 de destpê bike û 19’ê Nîsanê bi dawî bibe.

Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê xwedî du komîteyên nirxandinê ye. Yek ji wan beşa çîrok û helbestên bi Kurdî û Erebî dinirxîne. Ya din jî hunera wêneyan dinirxîne. 50 jinên ku karên destan dikin beşdarî mîhrîcanê dibin û ev kar wê ji aliyê komîteya hunerê ve bê nirxandin. Di dawiya mîhrîcanê de wê xelat ji sê jinên serketî re bê dayin. Hevseroka Komîteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê Firyal Çolî li ser armanca mîhrîcanê ji ajansa me re axivî.

Firyal Çolî anî ziman ku weke komîteya amadekar ji 1’ê Nîsanê û vir ve ew dixebitin û got, “Di nava dema mîhrîcanê de wê gelek çalakî bêne lidarxistin. Hin ji hunermendên me yên naskirî wê beşdarî mîhrîcanê bibin. Di heman demê de gelek komên huner û wêjeyê jî wê tevlî bibin. Ev mîhrîcan ji bo jinan hemûyan firsendek e. Her kes wê karibe huner û pîşeyê xwe pêşkêşî civakê bike. Gelek jinên li derveyî Rojava dixwazin bibîn bê ev mîhrîcan çawa bi destê jinê tê birêxistinkirin û dixwazin tevlî bibin. Bi rêya van çalakiyan em bala jinan dikişînin. Armanca esasî jî ew e ku jin her sal hîn bêhtir xwe bi pêş ve bibin û asta xwe ya serketinê bilind bikin. Her jineke ku beşdarî mîhrîcanê dibin xwedî kedeke mezin e. Di heman demê de wê spasnameyek pêşkêşî her beşdareke mîhrîncanê bê kirin. Em çalakiyên bi vî rengî lidar dixin, ji bo jin her tim bi hev re bêne bîranîn. Divê jin xwe nas bike û her roj xwe bi pêş ve bibe.”

ARMANC EW E KU MÎHRÎCAN LI BAJARÊN DIN JÎ BÊ LIDARXISTIN

Firyal Çolî anî ziman ku ew dixwazin vê mîhrîcanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lidar bixin û di dawiya axaftina xwe de got, “Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê ku îsal cara 10’emîn tê lidarxistin, wê li bajarê Qamişloyê pêk were. Lê belê ji gelek deveran jin dixwazin beşdarî mîhrîcanê bibin. Di dema bê de em ê hewl bidin vê mîhrîcanê li Kantona Firatê jî lidar bixin. Herî dawî dixwazim bibêjim ku em ê vê têkoşînê dewam bikin ku jinên li Sûriyeyê karibin ji bo hemû jinên cîhanê bibin sembol.”

Bernameya Mîhrîcanan Huner û Wêjeyê ya Jinê bi vî rengî ye:

Roja destpêkê (17’ê Nîsanê):

* Hevseroka Meclîsa Gelan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Sîham Qeryo wê axaftina destpêkê bike.

* Bi navê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê, Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî wê biaxive.

* Piştî axaftinan wê sînevîzyonek a ji aliyê Komîteya Amadekar ve ji bo beşdarên mîhrîcanê hatiye amadekirin bê nîşandan û peyam bêne xwendin.

* Koma muzîkê ya Stêra Zêrîn wê hunera xwe pêşkêş bike.

* Ayfir Yildiztan wê helbesta bi Kurdî bixwîne.

* Koma Ermen Anuş Abîdan wê derkeve ser dikê.

Roja 2’yemîn (18’ê Nîsanê):

* Yasmîn Esker a ji bajarê Reqayê wê stranên xwe yên bi Erebî bibêje.

* Helbestvan Meryem Temir wê bi helbestekê tevlî mîhrîcanê bibe.

* Piştî helbest û stranan Koma Şano ya Hîlala Zêrîn wê şanoyekê pêşkêş bike.

* Koma Govendê ya Koma Dîlan wê hunera xwe pêşkêş bike.

* Fîlmê bi navê Xewa Mirinê wê bê nîşandan.

Roja 3’yemîn (19’ê Nîsanê):

* Hunermend Sumeyye Mihemed wê derkeve ser dikê.

* Sînevîzyon wê bê nîşandan.

* Di dawiya mîhrîcanê de wê spasname pêşkêşî hemû beşdaran bê kirin û xelat ji sê jinên serketî re bê dayin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê şehîdên Girê FM’ê bi hurmet bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Îran: Hevdîtin wê bes têkildarî mijara nukleerê bin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komkujiyên Parîsê: TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyên bîranînê kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên bîranînê yên ku wê bi wesîleya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Belçîkayê greva 3 rojî destpê dike

Li Belçîkayê bi banga sendîkayan di 24, 25 û 26’ê Mijdara 2025’an de greveke berfireh…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îlamê bi deh hezaran Newroz pîroz kir

Li navçeya Karzanê ya ser bi Îlama Rojhilatê Kurdistanê bi beşdarbûna zêdetirî 65 hezar kesan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Kongra Star ji bo YPJ qanûnî were naskirin dest bi pêngavê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên li Girkê Legê daxwaza berdana zarokên xwe yên dîlgirtî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?