Milîsên Kader Ortakaya yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Bûrsa û Stenbolê têkildarî çalakiyên lidar xistine, ev agahî dan:
“3’yê Kanûnê li Bûrsayê di saetên şevê de hotela turîstîk hate şewitandin.
6’ê Kanûnê li taxa Guneştepe ya Bûrsa/Osmangaziyê wesayîteke ayîdê ulku ocaklari, hate şewitandin.
6’ê Kanûnê li Kolana 769 a Stenbol/Esenyûrtê kamyonek hate şewitandin.
6’ê Kanûnê depoyeke kar a li 2’yemîn Matbaacilar Sîtesî ya Stenbol/Zeytînbûrnû hate şewitandin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin, “Di serî de gelên Tirkiyeyê em bang li her kesê ku aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin dikin ku li dora Şoreşa Rojava xeleka ji agir çêbikin û werin em bi hev re li eniya berxwedana yekbûyî têbikoşin!
Divê jin û ciwanên me yên şoreşger ji bo hesabpirsîna ji desthilatdariya faşîst-qirker û ji bo parastina destkeftiyên gelê me, demildest bikevin nava liv û tevgerê û li metropolan çalakiyên wisa bikin ku dijmin felç bikin.”