Li Tirkiyeyê salên dawî kuştina jinan zêde bûye. Hejmara jinên ku ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest didin her roj zêde dibe. Kujer jî gelek caran cezayekî têrker nagirin, ev yek dibe sedema nerazîbûna rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan.
Berdevka Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek Bîlek li ser mijarê axivî û bal kişand ser kuştina jinan a li Mêrdînê û tevahiya Kurdistanê ku zêde bûye û polîtîkaya bêcezahiştinê.
Gulîzar Îpek Bîlek got, “Em hemû dibînin ku hejmara bûyerên kuştina jinan gelekî zêde bûye. Hem Kurdistan hem jî Tirkiye veguherîne goristana jinan. Bûyerên kuştina jinan kêm nînin; êrîşeke polîtîk û bi rêk û pêk a li hemberî jinan e.
Her ku jin li qadê dibe xwedî hêz, sîstema bi serweriya mêr jî êrîşî van avaniyan dike. Lê belê sedema esasî ya vê yekê polîtîkaya dadgeriya mêr a bêcezahiştinê ye. Ev polîtîkayên bêcezahiştinê hêz û wêrekiyê dide kujeran. Bi nêzîkatiya kêmkirina ceza ya ji ber ‘rewşa baş’ ev kujer hîn wêrek dibin.
Dema ku mirov bala xwe didin ser kuştina jinan, dibînin ku beriya her kuştinê ev bûyera kuştinê hatiye plankirin. Li ser google lêgerînên bi gotina ‘Çend sal wê ceza li min bê birîn’, ‘Ji rewşa baş ez ê karibim sûdê werbigirim’ têne kirin. Ev yek bi xwe nîşan dide ku dadgeriya mêr bi polîtîkayên bêcezahiştinê mirovan çawa bi xelat dike.
Piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê, mirov dikare bibîne ku bûyerên kuştina jinan zêde bûye.”
‘MIRINA BI GUMAN A JINAN JI KUŞTINA JINAN ZÊDETIR BÛYE’
Gulîzar Îpek Bîlek got, “Têkildarî ‘sala malbatê’ divê ev mînak bê dayin: 31 jin hatin kuştin û 30 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Mirina bi guman a jinan êdî ji kuştina jinan zêdetir dibe. Sedema herî mezin a vê yekê jî polîtîkaya dadgeriyê ya bêcezahiştinê ye. Dadgerî bi gotina ‘xwekuştinê’ hewl dide van dosyayan binixumîne û dosyayan lêkolîn nake.
Halbûkî dema ev dosya bi rengekî pêwîst bê lêkolîn û şopandin, wê bê dîtin ku kiryarên van hemûyan bi temamî diyar in. Em jin, qebûl nakin ku mirina jinan a bi guman ewqasî zêde bibe.
Weke Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê em li Mêrdînê gelek bûyerên kuştina jinan dişopînin. Mînak, li Mêrdînê di nava rojekê de sê jin hatin kuştin. Em êdî ji vê yekê re ‘qirkirina jinê’ dibêjin. Ev yek li seranserê Tirkiyeyê belav bûye.
Dema ku mirov bala xwe didin ser desthilatdariyê jî, dibînin ku êrîşî mafên desteketî yên jinan dike. Mafên jinan têne desteserkirin û kuştina jinan têne rewakirin. Hewl dide îmajeke welê biafirîne ku kuştin asayî ye.”
Gulîzar Îpek Bîlek destnîşan kir ku nêzîkatiya medyayê ya li jinan û zimanê ku bi kar tîne, di diyarkirina vê pêvajoyê de faktora sereke ye û diyar kir ku divê zimanê medyayê teqez bê guhertin.
‘MEKANÎZMAYEK NÎNE KU JIN KARIBIN SERÎ LÊ BIDIN’
Gulîzar Îpek ragihand ku mekanîzma yan jî saziyeke alternatîf nehatiye hiştin ku jin serî li wan bidin û bi bîr xist ku piştî desteserkirina şaredariya saziyên jinan hemû hatin girtin.
Gulîzar Îpek got, “Saziyên dewletê karekî cidî nameşînin. Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî li ser vê yekê karekî nake. Ji ber ku qadeke ku jin karibin serî lê bide nîne, mixabin jin neçar dimîne ku li cihê tundî lê hatiye kirin vegere.”
Gulîzar Îpek bi bîr xist ku piştî wezaretê îsal weke ‘Sala Malbatê’ ragihand, bi sedan jin hatin kuştin, ku ev yek tesadufî nîne û got, “Mafê kurtajê yê jinan nîne û bedena wê hatiye desteserkirin. Mînak, dewlet dibêje ‘sê zarokan çêbikin’. Ev bi xwe nîşanî me dide bê çawa hewl didin bedena jinê kontrol bikin.”
‘SÎSTEM DIVÊ PLANEKE ÇALAKIYÊ AMADE BIKE’
Gulîzar Îpek diyar kir ku divê sîstem planeke çalakiyê amade bike û got, “Li welatekî ku ewqasî qirkirina jinan û kuştina jinan heye, divê planeke çalakiyê ya berfireh bi lez bê amadekirin. Dema ku mirov bala xwe didin ser polîtîkayên Xizmetên Civakî û Malbatê, dibînin ku ti kar nemeşandiye. Ev bi xwe jî radixe pêş çavan ku wezaret bi rengekî cidî nehatiye avakirin. Em wezareteke necidî naxwazin.
Eger em dixwazin pêşî li kuştina jinan bigirin, divê em bi hemû saziyên jina re bi hevkarî bixebitin.”
‘YÊN KU AŞTIYÊ CIVAKÎ BIKIN, JIN IN’
Gulîzar Îpek Bîlek herî dawî anî ziman ku komîsyona li meclîsê hatiye avakirin temsîliyeteke wekhev nae û got, “Eger em aştiyê dixwazin, yên ku vê aştiyê civakî bikin jin in. Birêz Abdullah Ocalan di her parêznameya xwe û axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya temsîliyeta wekhev û di heman demê de işaret bi pêşengiya jinan kir. Di vê komîsyonê de 51 kes hene û tenê 10 ji wan jin in. Ev rewş nîşan dide ku temsîliyeta wekhev çiqasî kêm e. Eger em dixwazin aştiyê pêk bînin divê di komîsyonê de em wê wekheviyê pêk bînin.
Divê em li ser tundiyê biaxivin û planên pêşîgirtina li tundiyê amade bikin. Divê tundî teqez bê astengkirin û yên ku vê tundiyê asteng bikin jî jin in. Ji ber vê yekê divê jin hîn bêhtir tevlî pêvajoyên aştiyê bibin û bibin xwedî gotinê.”