Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê civîneke berfireh li dar xist û li ser pêşeroja Sûriyeyê nîqaş kir. Welatparêz, nûnerên partiyên siyasî, rayedar û rewşenbîr beşdarî civîna li salona Şînavê hate lidarxistin, bûn.
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî di civînê de axivî. Elî bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û got: “Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide hebûna gelê Kurd ji holê rake. Kobanê sembola berxwedanê ya vê hebûnê ye. Divê bala her kesî li ser vê berxwedanê bê kişandin.”
Elî diyar kir ku divê helwesteke yekgirtî bê girtin û ji bo berjewendiya vî gelî berê xwe bidin Şamê. Elî bang kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi armancên vî gelî bifikirin.
Di civînê de beşdaran diyar kir ku pêwîstî bi yekrêziya lez a Kurdan heye ku tevahî planên qirkirina gelê Kurd bên têkbirin.
Di dawiya civînê de teqezî bi girîngiya yekrêziya Kurdî, banga lidarxistina kongreyeke Kurdî bi armanca parastina destkeftiyên gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sekna li kêleka QSD’ˋê hate kirin.