Ev destnivîsa Padîşahiya Elamê xwe dispêre 4400 sal. Nivîs berî demeke kin hat deşîfrekirin. Destnivîsa elamî ku derbasî dîroka nivîsandinê bûye, zêdetirî sedsalekê nehate deşîfrekirin.
Cara dawîn di sala 1950’î de nivîsek kevn hate deşîfrekirin. Ew wekî Linear B, formek Yewnanî ya kevnar jî tê zanîn.
Di sala 1903’an de li bajarê Sûsayê di kolandinan de tîpên Elamî hatin dîtin, lê di wê demê de kesî ji van nivîsên geometrîk fêm nedikir. Sûsa îro li Huzistan e. Paytextê Padîşahiya Êlamê bû. Sûsa ku navê wê bi Kurdî û Farsî “Şuş” e, li deşteke bi qasî 140 kîlometreyan li rojhilatê çemê Dîcle ye.
François Desset, ji laboratûara navenda lêkolînê ya Fransî CNRS, ji sala 2006’an vir ve nivîsên li ser vazoyên zîvîn lêkolîn kir û encax di sala 2017’an de karîbû bi ekîba xwe re çareser bike.
Lêkolînerê ku fêm kir nivîsa vê ziman çawa rave dibe, karîbû ji sedî 96’ê sembolên vê nivîsa bêhempa deşîfre bike.
Dema ku lêkolînerê Fransî rastî vê destnivîsa hezarsala sêyemîn a beriya serdema me hatiye, dibêje ku ew ji aliyê fonetîka wê ya bêhempa matmayî maye. Wî bi zelalî çar pergalên nivîsandinê yên ku di wê demê de li cîhanê hebûn dizanibû: hîeroglîf, nivîsê bizmarî û Elamî û tîpên Îndûs ku li Pakistan û Hindistanê îro jî nehatine deşîfrekirin.
Desset tîne ziman: “Di encama deşîfrekirinê de, berevajî ya ku ez difikirîm, diviya bû ku ez bi wê fikrê bihatama ku ev pergal tenê fonetîk e û ew di hemû teoriyên têkildarê beridîna nivîsandinê de guhertinek mezin e.”
Desset bi kurtî wiha dibêje: “Ew rêza pênc dengdêran (a, ê, î, o, û) û dozdeh dengdar in. Ji hevgirtina dengdêr û dengdaran 60 tîp têne wergirtin. Pergala nivîsandinê bi 77 îşaretan dixebite. Ji ber vê yekê ew ji hêla fonetîk ve pir hesas û pergalek aborî ye.”
Profesora Lêkolînên Mezopotamyayê li Zanîngeha Cenevreyê Catherîne Mîttermayer piştrast dike ku deşîfrekirina Kevirê Elamê Lînear vedîtinek pir girîng e ji bo herêmê.
Mîttermayer dibêje, “Ne tenê ji bo Qraliyetê Elamê, ji bo Mezopotamyayê jî ev yek girîng e. Dîroka vê padîşahiyê beriya her tiştî ji çavkaniyên ku bi Sumerî an jî Akadî hatine nivîsandin tê zanîn. Bi rastî nivîseke ku tenê ji nava vê çandê padîşahiyê ye agahiyan dide me. Ev yek gelek tişt li têgihiştin û dîroka wê zêde dike.”
Padîşahiya Elamê li derdora Xûzistan û eyaleta Farsê ya îroyîn desthilatdar bû. Gelek aliyên padîşahiyê hîn jî nehatine kifşkirin. Mînak rêxistina wê ya siyasî, xebatên hilberînê û mîtolojiya wê nayê zanîn.
Gelek çavkaniyên Kurdan diyar dikin ku Elam jî yek ji wan padîşahiyên Kurdan e ku hêj ji aliyê dîroka fermî û piraniya lêkolîneran ve nehatiye dîtin.